ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Navenda Pêşxistina Malbatê li Rojava xebatên girîng giritiye ser milên xwe û bi armanca guhertin, pêşxistin malbatê perwerde dide zarok û jinan.
*Êrîşên hêzên rejîmê ku hovîtiyeke mezin pêk anîn, bêtirî xwe jî zarok bandor kir. zarokên Hesekê yên niha li Til Temirê dimînin gotin: "Tu ferq di navbera çeteyên DAIŞ û rêjîma Baas de tune ye. Rêjîm ji DAIŞ'ê xirabtir e."
*Jinên bajarê Hesekê têkîldarê êrîşên rêjîma Baasê nirxandin kirin û gotin: "Em pergala Federaliya Demokratîk dixwazin."
*Piştî Girtîgeha Hesekê jî kete destê şervanên YPG-YPJ'ê, rastiya hovane ya rejîma Baas bêtir derkete holê. Girtiyên ku di şertûmercên giran de li girtîgehan diman, qala serpêhatiyên xwe kirin.
*Ayşê Hayder Ahmed ya ku ji destê çeteyan rizgarbûyî got: "Ne ji hevalan ba wê dawiya Êzidiyan baniban, yên li vê derê herî ked û bedel dan hevalbûn. Bi rastî em wek gelê Êzidî deyndarê wanin, em keda wan ji bir nekin."
*Xwendekaran piştgirî dan kampanyaya KJA’yê ya ‘Ez xwedî li Rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim’. Ji xwendekarên zanîngeha Dîcleyê Emîne Îlkez got: “Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan û hemû gelê Kurd e.”
*Berdevkara Meclîsa Jinan û Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Koncayê têkildarî komkujiya Dîlokê ya li dijî Kurdan pêk hat de axivî û got: “Pêkhatina komkujiya Dîlokê di îdianameya komkujiya Enqereyê de derbas bibû. Wek komkujiyên din, berpirsê vê komkujiyê jî destilatdariya AKP’ê a ya ku DAIŞ li serê vî welatî kiriye bela ye.”
*Dayika Metin Caner ku di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe ji dest da, DAIŞ û kesên piştgiriyê didin wan lanet kir.
*Hevseroka Kantona Cizîrê Hêfa Erebo diyar kir ku tifaqên li dijî pergala federal a demokratîk ya li Rojava pêş ketiye, wek êrîşa li dijî îradeya gelan digirin dest û got: “Projeya me ya Netewa Demokatîk li vir ji aliyê hemû gelan ve hatiye qebûlkirin û xwedî lê derketine. Divê Tirkiye û Sûriye vê baş bizane ku pergala me ne yekitiyeke ku bi êrîşan bê xerakirinê ye.”
*Asya Xerzan ya di 9 saliya xwe de ji Êlihê koçî Elmanyayê kir, xwe û jin di pirtûka xwe ya helbestan a bi navê ‘Dengê bêdengiyê’ de vegot. Asyayê got: “Heta qêrîna jinan bê bihistin ezê binivîsim.”