Navenda Pêşxistina Malbatê xebatên girîng girt ser milên xwe

09:01

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK - Navenda Pêşxistina Malbatê li Rojava xebatên girîng giritiye ser milên xwe û bi armanca guhertin, pêşxistin malbatê perwerde dide zarok û jinan.

Navenda Pêşxistina Malbatê ya ku di binesaziya Şaredariya bajarê Dêrika Kantona Cizîrê hatiye vekirin xebatên girîıng dide meşandin. Navenda ku di 8'ê adarê de hatiye vekirin perwerdekirina jin û zarokan esas digre. Têkîldarê xebatê Rêvebira Navenda Pêşxistina Malbatê, Wenda Mihemed nirxandn kir. Wendayê diyar kir ku ew li ser pêdiviyên civakê navendê vekirine û wiha got: “Me pir zarok dîtin ku li kolananin, baş nayên xwedîkirin, naxwînin. Di vê saziyê de em ne tenê bi van zarokan re mijûl dibin, bi tevahiya malbatê re mijûl dibin. Ji 13 salî heya 60’ê salî jin tên û em wan perwerde dikin. Di dewreya yekemîn de me 27 jin perwerde kirin. Me di wê perwerdeyê de bi giştî rewşa jinê di malbatê de bidest girt.”

Wendayê xalên ku di perwerdeyê de bi dest girtine jî wiha bi rêz kir: “Mijarên wek çawa zaroka xwe mezin bike, biparêze. Li ser exlaq û hwd. di rewşên awarte de jin çawa xwe û zarokên xwe biparêzin me perwerde da. Herwiha bijîşk jî perwerdeya parastina ji nexweşiyan da. Di heman demê de çêkirina xwarinê û dirûna cilan jî jin li vir hîn dibin.”

Wenda da zanîn ku wan perwerdeyê zarokan jî esas girtine û wiha domand: “Ji bo zarokên 3’ê salî heya 5 salî ji hêla mamosteyên pispor ve perwerde hatin dayîn. Kûrsên resim, mûzîk û karên destan vebûn. Em di serî de jî dixwazin zarokên me çanda xwe jî nasbikin. Ji bo zarokên temenê wan hê mezintir jî li gor pêdiviyên wan perwerdeyên cûrbecûr tê dayîn.”

Wendayê destnîşan kir ku ew guhertina civakê girîng dibînin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Divê dayik baş bên perwerdekirin. Zor û zehmetiyên ji mêr kişandiye derbas bike û wiha jî di kesayeta zarok de ev guhertina malbatê biteyise. Ya ku kesayeta zarok bandor dike jî dayik e. Civak bi pêşketina jin re tê guhertin."

Mamoste Eyşe Elî jî balkişand ku li navendê ji bo jinên di temenê piçûk de tên zewicandin jî perwerde tê dayîn û wiha berdewam kir: "Ez ne wek mamoste, wek hevaleke wan, bi jinên temenê piçûk de zewicîne têkîlî datînim. Pirs û bersiv pêşdixin. Em dixwazin pirsgirêkên wan çareser bikin. Hîna pir biçûk in, lewre tam nizanin çawa bikin. Her roj bi kêfxweşiyeke mezin tên perwerdeyê. Em jî bi qasî hêza xwe hewl didin ji wan re bibin alîkar.”

(en/rc)