Jinên Hesekê pergala federaliya demokratîk dixwazi

09:04

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR- Jinên bajarê Hesekê têkîldarê êrîşên rêjîma Baasê nirxandin kirin û gotin: "Em pergala Federaliya Demokratîk dixwazin."

Di 16'ê tebaxê de rêjîma Baasê û pêxwasên wê, bi çekên giran êrîşê sivîlên bajarê Hesekê kirin û li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ û hêzên Asayîşa Gel jî bersiv dan û parastina gel kirin. Rejîmê ku li beramberî berxwedana şervanan têk çûn û wendahiyên mezin dan, li hember gel êrîşên hewayî bi çekên giran pêk anîn. Di encamê de bi dehan kes hatin qetilkirin, malê welatiyan jî ziyanên mezin dît. Jinên ku ji ber şer berê xwe dane bajarê Til Temir li bendê ne ku demeke kin de vegerin bajarên xwe. Jinan gotin êdî ew hebûna hêzek din dervî YPG/YPJ'ê û Asayîşê li bajarê xwe naxwazin.

'Em nema vê rewşê qebûl dikin'

Xedîce Şukrî ya ku ji ber şer neçar maye taxê xwe terk bike diyar kir ku rêjîma Baas'ê sivîlan bi zanabûn hedef girtiye û wiha got: "Piştî şer dijwar bû, em ji malên xwe derketin. Ji bo zarokan ji rejîma hov û qirêj biparêzin em hatin vir. Em nema vê rewşê qebûl dikin. Em dixwazin rêjîm bi temamî ji bajarê me derkeve. Ji ber ku me bi çavên xwe dît çawa bi çekên giran êrîşê sivîlan dikin. YPG/YPJ'ê û hêzên Asayişa me girtin cihê ewlehiyê."

'Çima bi balafiran êrîşî DAIŞ'ê nakin?'

Xedîce kiryarên rejîma Baas û ya çeteyên DAIŞ'ê wekhev pênase kir û wiha domand: "Gel hemû bi çavên xwe dibîne ku çawa DAIŞ komkojiyan pêk tîne û sivîlan qetildike. Rêjîm bi balafiran êrîşî sivîlan kirin. Çima bi balafiran êrîşî DAIŞ'ê nakin? Çima êrîşî sivîlan dikin. Bi vê êrîşê re jî pir eşkere bû ku rejîm ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Rêjîma Baas ji ber sîstema Federal ya Demokratîk ji bo xwe xeterî dibînin, êrîşê me dikin. Em pergala federaliya demokratîk dixwazin."

(en/rc)