Girtiyên Girtîgeha Hesekê zilma li wan hatî kirin vegotin
09:05
Lava Sîrac/JINHA
HESEKÊ - Piştî Girtîgeha Hesekê jî kete destê şervanên YPG-YPJ'ê, rastiya hovane ya rejîma Baas bêtir derkete holê. Girtiyên ku di şertûmercên giran de li girtîgehan diman, qala serpêhatiyên xwe kirin.
Rejîma Baas kiryarên hovane, li dijî welatiyan pêk tîne, yên para mezin ji vê hovîtiyê digrin girtî ne. Girtîgeha Navendî ya Hesekê jî hem bi îşkenceyên xwe yên giran, hem jî bi zext û şertên xwe yên ne asayî tê zanîn. Jin û zarok jî di nav de, girtiyên Hesekê piştî ku girtîgeh kete destên şervanan, bêhneke rehet standin. Jina girtî ya bi navê Nûhad Mihemed Emîn a 29 salî û zarokê 13 salî bi navê Îbrahîm El-Hemîd behsa zehmetiyên xwe li girtîgehê kirin.
Nûhada ku îşkenceya rejîmê pir dîtiye cezayê îdamê lê tê birîn, paşê 20 sal hûkum didinê. Lê ew dibêje ku xwîşka jintiya wê li xwe mûkur hatiye ku kujer e, ruxmî vê jî ji hêla hêzên rejîmê ve nehatiye berdan. Tenê cezayê wê 10 sal daketiye. Nûhad rewşa li girtîgehê jî nirxand û da zanîn ku ew di şertûmercên giran de diman. Di aliyê xwarin û tendûrustiyê de kêmanî pir bûn.
Nûhad a ji bajarê Qamişlo sedema girtina xwe wiha anî ziman: "Ez û hevjînê xwe, me jiyaneke xweş derbas dikir, piştî ku zarokek ji me re çêbû hevjînê min wenda bû. Piştî çend rojan agahiya hat, hevjînê min di nexweşxaneyê de bû û bi jehrê hatiye kuştin. Me cenaze veşart û malbata wî bi tewana ku min hevjînê xwe kuştiye serî li dadgeha rejîmê dan. Li ser vê yekê hêzên rêjîma Sûriyê ez girtim.”
Nûhad ji bo şertên girtîgehê jî wiha got: "Rejîmê di girtîgehê de gelek îskence, zor li ser min dikirin. Ji bo min bi zorê bidin axaftin ku ji wan re îtrîaf bikim û bêjim min hevjînê xwe kuştiye, êşkence li min dikirin. Ji bilî lêdanê, min dixistin nava avê de piştre elektrîkê li ser canê min digerandin. Heqaret li min dikirin, du diranê min şikandin. Hovîtiya wan gihîşt astekê ku ger bi zorê îtîraf nekim, wê ziyanan bigînin dayik û xwîşka min. Li ser vê yekê ez neçar mam ku vî tewanî qebûl bikim."
Nûhad bi rizgarkirina girtîgehê re kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Hêzên Asayîşê, YPG-YPJ û Hêzên Parastina Civakî kir û hêviya rizgarkirina jinan ji zilm û desthilatdariya rêjîmê kir. Nûhad her wiha soz da ku ew ê piştî ku ji girtîgehê derkeve di xebatên parastinê de cih bigire.
Di girtîgehê de zarokekî 13 salî bi navê Îbrahîm El-Hemîd jî heye. Îbrahîm sedemên girtina xwe wiha parve kir" :Ji ber ku min pakêteke alîkariyê dizî, ez hatim girtin, ev meheke ez di vir de me. Endamên rejîmê gelek zor û îskence li me dikirin, xwarina ku didane me kêm bû, têra me nedkir."
Îbrehîm jî kêfxweşya xwe bi rizgarkirina girtîgehê anî ziman û got: "Ez pir kêfxweşim ku şervanên Rojava girtêgeh rizgar kirin. Hêvî dikim ku bajarê Hesekê bi temamî bê rizgarkirin û spasya hemû şervanan dikim."
(en/zt)