'Carekdin vegera Çiyayê Şengalê romet e'

09:07

Hewlêr Şahîn /JINHA

ŞENGAL - Ayşê Hayder Ahmed ya ku ji destê çeteyan rizgarbûyî got: "Ne ji hevalan ba wê dawiya Êzidiyan baniban, yên li vê derê herî ked û bedel dan hevalbûn. Bi rastî em wek gelê Êzidî deyndarê wanin, em keda wan ji bir nekin."

Ayşê Hayder Ahmed ya ku ketî destê çeteyên DAIŞ'ê paşê rizgarbûyî û xwe gihandî çiyayê Şengalê çîroka jiyana xwe wiha vegot: "Ez ji Şengalê me. Navê min Ayşana Hayder Ahmed e. Sala 1975'an ez li Şengalê ji dayik bum, 4 bira û 2 xukên min hene. Ez keça malê ya mezinim. Min dibistan heya 6 xandiye. Di malbatê de kesê ne xandiye, malbata me qerebalixbu wê demê halê me jî xweşbû."

Ayşê da zanîn ku wê wate nedaye zewacê ji bo wê nezewiciye û wiha domand: "Ez ne zewicime ji ber min li derdora xwe di mêzand kesên zewicine nikare bi serbestî tevbigere, ji ber wê ez ne zewicim. Min ji mijulbuna zarokan hezdikir, min zarokên birayê xwe perwerde dikir. Min ji xwe re digot her me ji bo xwe tiştek nekir, bila ez ji bo van zarokan bikim. Di malê de ez wek mamsteyekê tevdigeriyam. Malbatê jî ji mir re di got ku ti karî neke zarokan fêrî xwendin û nivîsandinê bike. Ji ber di malbatan de ji bo zarokan perwerda yakê pir giringe.

Min ne tenê xwendin û nivisandin dida wan, di aliyên din de jî perwerde dikirin. Ji ber tu zarokan çawa fêrî tiştan bikî wiha mezin ji bibin. Bi şêwayê hatiye perwerde kirin wê jiyan bikin. Wê demê min karê destan û dirunê jî dikir. Min hemû karê malê dikir. Ji ber ku di hemû karên xwe de serkeftîbûm, min mal rêve dibşr."

'Civaka bi ramanên jinê dibe civak'

Ayşê ji bo cihê jinê di baweriya Êzidiyan de jî wiha axivî: "Ji xwe civaka me ya Êzidî di aliyê jinê de girtibu. Jinên me yê Şengalê zêde dernediketin derve û bi karek cudare mûjûl ne dibun. Di civakan de ji bo jinan hatiye gotin ku ti karê jinan nav siyasetê de nîne. Jin di malê de ye zarokan bine, li malê meyze bike. Ez dikarim viye bêjim me jinên Êzidî ji bo xwe ti tişt nekiriye. Her em di malê de di hatin girtin. Yên herî zêde buye qûrbana van urf û edetê civakan jine. Ji ber em wek jinên Êzidî me tiştek ji bo xwe nekir em her dem bi zor zehmetî êş û azaran re ru bi ru hatin. Hemu civakan êş û azar jiyan kirine, lê ez bawerim ti civakan bi qandî me zor zehmetî jiyan nekirine. Ji ber her dem civaka me di fermanan re derbas bûye her dem çavê dayîkên me ji ber êşa jiyanê birondik bûne."

'Civaka bê paristinbe wê bi hemu êrîşan re ru bir bu were'

Ayşê belkişand ser fermana dawi ya3'ê yê Tebaxa sala 2014'an û wiha berdewam kir: "Civaka me di gelek fermanan re derbas bûye, lê ti ferman wek vê giran nebû. Ji xwe civaka me talanbû yê hat kûştin yê ku bi saxî kete desê DAÎŞ'ê yê ji bo nekeve destê DAÎŞ'ê xwe di zinaran de avêtin û dawî li jiyana xwe anin. 2 sal ser fermanê re derbasbûn kete sala 3 yan, ji min re wisa tê weke nu çêbûye. Hîna jî hemu tişt li ber çavê mine. Ez niha ji vê fermanê vedibêjim ji min re zor tê. Ji ber tiştê ku me di vê fermanê de dîtî kesê ne ditiye. Dema ku ferman çêbu em reviyan paşê hinek hatin ji mere gotin ne revin tiştek bi we nakin, em carekdin vegiriyan DAÎŞ'ê em girtin. Ez dayîka xwe û 4 birayên min tevlî hev jin û zarokên xwe em ketin destê DAÎŞ'ê.

Dema ku em ketin destê wan, ji xwe zilam ji gel me birin paşê jî teybet keçên ne zewicî ji dayîkên wan qût dikirin. Wê demê ji min pirsîn min ji wan re got ez zewicime. Ji bo min ji dayîka min qût nekin. Em birin gelek cihan. Herî dawî em birin Reqa, lê belê her dem ez bi erebî bi wan re di axivîm. Herî dawî zilamekî ez ji wan kirim ji min pirsî got; 'Tu zewiciyî.' Min ji wan re got; 'Na ez ne zewicime. Ez nexweşim bijikan ji min re gotiye tu nexweşî bi kêr nayê tu bi zewicî.' Her ji min re gotin çima tu na zewcî min ji wan re got berê 2 keçên apê min ji wek min nexweşbûn bijikan ji wan re got ne zewicin wan guh neda bijikan ew mirin. Lê min dit ti feyda zewacê li min nine dema ku ez bi zewicim ezê bimirim. Jj ber vê yekê ez ne zewcim. Min got şuna ku ez bi zewcim ezê li dayîka xwe meyze bikim. Her ku dixwestin nêzî min bibin min paristina xwe dikir. Min di got ez nexweşim ne başe, lê ji ber min ev gotin dikirin min ji destê wan lêdan dixwar. Her dem min hewl dida ku dayîka min ji min veneqetînin.

Piştire wî zilamî ez firotim zilamekî li cem wî. Mêrê ez firotimê jî xwedî jin bû. Miha rojiyêbu ji mere digotin pêwîste hun bibin misilman û rojiyê bigirin. Me ji wen re digot em bûne misilman. Min êvarî paşîv dixar ji bo bêjin rojî digire. Lê ya esas min rojî ne digirit. Ji bo min û diya min ne kujin min di got em rojî digirin. Carekê min xwarin xar, wê jinê çu giliyê me kir û got: 'Ev hîna nebûye mislman rojî nagire.' Wî zilamî çu ji mezinê xwe re gotin ev hina ne bûye mislman. Biryara kuştina min hat, ji ber dayîka min jî bi min re bu, min nehişt ku wê ji min veqetinin. Gotin em ê te û diya te bi hev re bikujin. Cezayê min jî wê zimanê min jêkiriban û serê min û diya min jêkiriban."

'Carekdin deriyê jiyanê li me vebû'

Ayşê wan kêliyên li ber kuştinê wiha anî ziman: "Piştî ku birya dan me bikûjin ban zilamekî kirin gotin vane bibin cezayê wan jî eve. Wî zilamî jî em ji Reqa birin Helebê. Di rê de em axivî derket ku dayika wî zilamî ji Kobanêye. Min ji wî zilamî re got tu ji Kobaniyî binêre çi anine serê Kobanê. Tu çawan bi wan kafiran re karek weha dikê, wî dengê xwe nekir. Ji xwe dema ku em ketin Helebê min ji wî zilamî pirsî ma li vir tenê hûn hene, got; 'Na ev milê bajê jî yên dinin. Wî zilamî ez û diya min birin xistin malekê de ji min re got: 'Wê 3 zilam werin te ceza bikin.' Di hûndûrê wê malê de tiştê wan tevlihev kiribûn. Ji xwe ji tirsa lingê min li ber min ne radibu û min nikarî xwarin bixwim.

Dayika min çu li wan tiştan meyzekir kilîtek dît ji min re got karabe belkî yê derîbin min ji diya xwe re got wê çawa mifta derî li vir bihêlin. Ji xwe destê min ti tişt ne digirt min ji diya xwe re got dev jê bedre, lê rûxmî ku min got ji dayika min çu mifte di ceriband, lê derî venebû. Min ji diya xwere got bihêle êdî xwedê ji alikariya me nake. Min hêviyê xwe ji hemu tiştî qût kiribu. Lê rûxmî ku min hêviyên xwe ji hemu tiştî qût kiribu. Lê ez rabum min got ka ez vê miftê bi ceribînim. Min çawa xistê derî vebu. Wê demê min nefesek kûr kişand ji xwe êvarbu me nikaribu em derkevin ew şev ez û diya xwe li wir man, sibeh ji xwe cilên reş bi mere hebûn.

Sere sibihê em rabûn me cilên xwe li xwe kir, em derketin derve, qederkê meşiyan. Em çun cihekî zilamek rastî me hat ji min re got ka wê kefiya reş li ser çavê xwe rake. Derket ku ew ne DAÎŞ bûn min ji wan re halmesela got û ji wan re got hûn dikarin bi mere bibin alikar ji bo em xwe rizgar bikin. Wî zilamî ji min re got tu dixwezi herê kûderê min ji wî re got me bibe cem evên ku me rizgar dikin. Mexsedam min hevalbûn,ema wî zilamî ji min pere xwast û ji min re got ez we rêkim Bakur. Ez bi malbata xwe re ketim peywendiyan min ji wan pere xwest, lê me ti derî nasnedikir em ne şerizabûn. Wî zilamî em derbasî Dîlokê kirin, ji xwe me ti der nasne dikir. Malbat jî ji mere gotin werin Silopî bi alikariya hevalan malbatê em ji wir girtin. Ji xwe niha ez û dayika xwe li çiyayê Şengalê di nav gelê xwe de jiyan dikin. Lê 4 birayên min tevlî zarokên xwe di destê wan deye, heya niha me ti agahi ji wan ne girtiye."

'Şenaziya mezin ewe ku mirov li ser axa xwe bi gelê xwe re jiyan bike'

Ayşê şanaziya rizgarbûna xwe ji destê çeteyan wiha anî ziman: "Niha di gelek aliyan de ez dilşadim ku ez li çiyayê Şengalê di nav gelê xwe de me û vegeriya me ser axa bav û kalê xwe. Ji xwe gerke mirov yê yekê jî bêje bi rastî ku ne ji hevalan ba wê dawiya Êzidiyan baniban, yên li vê derê herî ked û bedel dan hevalbûn. Bi rastî em wek gelê Êzidî deyndarê wanin, em keda wan ji bir nekin. Ji ber ku yê pêşengitiya vê tevgera azadiyê kirî Rêber Apo ye."

Ayşê bang li gelê Êzidî kir û got: "Ez bang dikim ku hemu gelê me yê Êzidî rabe ser xwe em hemu bibin yek û yekitiya xwe xurt bikin. Em bi hev re li ser vê erdnîgariya dewlemend bi awayek azad bi Rêberê xwe re jiyan bikin. Hêviya me ewe ku hemu kesên me yên di destê wan kafiran de werin rizgar kirin. Bi alikariya şervanê azadiyê YJŞ û YBŞ em ê hemu kesên di destê wan de rizgar bikin û bi herv re li van çiyan jiyan bikin, ji ber gelekî ku çiyayên xwe hebin wê herdem bi serbikevin. Heya niha çi hatiye serê me ji ne rêxistin kirina me bu, hiha me xwe bi rêxistin kiriye êdî ti deshiladar nikarin fermanan bi ser me de bînin. Ji vir pêde ji bo em di aliyê rêxistini de hin xwe xurtir bikin çi were xwestin em amedene û ji hemu kesên ku bi mere bu alikarî ez sipasiya wan dikim."

(zt)