Xwendekar xwedî li kampanyaya ‘azadiyê’ derdikevin
09:08
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED – Xwendekaran piştgirî dan kampanyaya KJA’yê ya ‘Ez xwedî li Rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim’. Ji xwendekarên zanîngeha Dîcleyê Emîne Îlkez got: “Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan û hemû gelê Kurd e.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir de nekare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ji 15’ê Tîrmeha 2016’an û vir de jî hemû mafên wî yên ragîhandinê hatiye qûtkirin. Tecrîda giran li her derê tê protestokirin. KJA’yê jî kampanyaya ‘Ez xwedî li Rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevim’ da destpêkirin. Xwendekarên jin yên zanîngeha Dîcleyê jî piştgirî dan kampanyayê.
Xwendekar Emîne Îlkez jî got divê jinên ciwan di çalakiyên azadiya Abdullah Ocalan de rola pêşeng bilîze û got: “Jin û gelê Kurd hatibûn tinekirin. Rêbertî wek rojê li jiyana wan hilhat. Tevî hemû zor û zehmetiyan ew û hevalên xwe dest ji doza xwe bernedan û çi ji destê wan hat kirin. Tevî ku rêbertiyê hevalên xwe yên pê bawer dikir û jê pir hez dikir winda kir jî şûnde gav navêt û têkoşîna xwe mezin kir. Ji boz iman, çand, dîrok û xwezaya Kurdistanê bi dehan ciwanên Kurd gihiştin nemiriyê.”
‘Em azadiyê dixwazin’
Emîneyê bi lêv kir ku Abdullah Ocalan têkoşîna azadiya Kurd daye destpêkirin û ji bo azadiya xwe dest jê bernedaye û got: “Wî ji bo me her tişt da ber çavan. Divê em jî ji vê re bibin bersiv. Girtina wî girtina gelê Kurde. Girtina hemû gelane. Em dikarin li dora perspektîfa Rêbertiyê bên cem hev û welatekî aştiyane ava bikin. di vî alî de divê em bihişmend tevbigerin. Ya mijara gotinê ye ne rakirina tecrîdê dye, azadiya Rêbertiyê ye.”
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û bang li hemû jinên ciwan kir ku divê li malê xwe rûnenin û di çalakiyên azadiya Abdullah Ocalan de rola pêşeng bilîzin.
(ra/hu)