Nazdara kurê xwe di komkujiyê de winda kir

09:12

JINHA

WAN – Dayika Metin Caner ku di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe ji dest da, DAIŞ û kesên piştgiriyê didin wan lanet kir.

Li Dîrokê di komkujiya li dijî daweteke malbata Kurdan de 58 sivîl hatin qetilkirin û bi sedan birîndar bûn. Di komkujiyê de Metîn Caner yê 17 salî ji kar diçû mala xwe û di komkuijyê de jiyana xwe ji dest da. Dayika wî, Nazdar Caner DAIŞ û kesên piştgiriyê didin DAIŞ’ê lanet kir. Nazdarê got kurê wê di fabrîkayek tekstîlê de dixebitî û got: “Kurê min ji kar derketibû dihat malê. Di teqînê de birîndar bibû. Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehat xilaskirin.”

Nazdarê ev tişt anîn ziman: “Roja teqînê ez li malê bûm. Dengekî bi şîdet hat. Min got qet xanî bi ser me de hilweşiya. Piştre em li Metîn geriyan. Ez çûm derve.”

Nazdarê bi lêv kir ku çeteyê DAIŞ’ê li Dîlokê bi rehetî digerin û got: “Em îro ji jiyana xwe bi fikarin. Ji ber DAIŞ rêxistinek bi lanete. Ti eleqeya wê bi îslamê tine. Roja herî xweş a mirovan li xwînê gevizand. Min êş kişand. Hêviya min ji xweda DAIŞ û kesên piştgirî dane wan jî heman êşê bikişînin.

Xwişka wî Pinar Caner jî hestên xwe anî ziman û got: “Piştî teqînê em li Metîn geriyan. Hevalê wî telefon vekir. Got Metîn ji ser hişê xwe çûye. Ez hema derketim derve. Li erdê dirêj kiribû. Me bir nexweşxanê lê tevî hemû hewldanan me ew winda kir.”

‘Ewlehiya me tine’

Pinarê axaftin xwe wiha bi dawî kir: “Wê rojê kolan bibû gola xwînê û li her derê parçeyên cenazeyan hebû. Ne tenê li Dîlokê li hemû Tirkiyeyê ewlehiya me tine.”

(htk/hu)