Li Mexmûrê nobeta azadiyê despêkir
11:03
JINHA
MEXMÛR – Bi pêşengiya Meclisa Îştarê li Kampan Mexmûrê di bin kon de nobeda azadiyê dest pê kir.
Bi pêşnegiya Meclisa Îştar li Kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nobeta azadiyê hat despêkirin. Bi sedan welatiyên kampê beşdarî nobeta azadiyê bûn. Di nobeta dê 3 rojan berdewam bike de piranî jin cîh digirin.
Di merasîma vekirina konê nobeta ‘Ji Ocalan re Azadî’ ji Rêveberiya Koordînasyona Meclîsa Îştar a wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Şîlan Rojînda axivî û got; “Ev 18 sale di girtîgeha Îmralîde bi siyaseta tecrîda girankirî, polîtîkayên êşkence li ser Rêbertiya me bi awayek peryodîk tê meşandin. Sîstema Îmralî sîstemek derveyê mirovahiyê ye. Em hemû hêzên ku di komploya dîl girtina Serokatî de cih girtine lenet û şermezar dikin.Em dibêjin ti hêz nikare bikeve navbera me û Serokê me. Em ji Serokê xwe qut nabin, çawa ku hemû gelê me niha ji bo azadiya Serokê xwe dinav çalakiyan de ye, emê jî wek gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi taybet wek jinên wargehê dengê xwe bi dengê 40 milyon re bikin yek û emê heya Serokê xwe azad dikin, di çalakiyan de bin.”
Piştî axaftina Şîlan Rojînda sînevîzyona axaftina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat temaşekirin. Piştre jî gel nobeta xwe bi helbest û stranan berdewam kir.
Dê nobeta azadiyê 3 rojan berdewam bike.
(zt)