Ji KJA ya Wanê banga beşdariya panelê
12:54
JINHA
WAN – Têkela KJA ya Wanê bi daxuyaniyek nivîskî banga beşdariya panela ku dê di çarçoveya kampanyaya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedîderkevim” bê li darxistin de kir.
Çalakiyên têkela Kongra Jinên Azad (KJA) yê ya di çarçoveya kampanyaya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedi derdikevim” de hatî despêkirin berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de roja yekşemê saet di 13.00’an de li Navenda Çanda Nûda bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parêzera Buroya Hiquqê ya Sarinê Ebru Gunay li gel Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgin İrgat panel dê bê li darxistin. Têkela KJA ya Wanê bi daxuyaniyek niviskî hemû jin vexwendin panelê.
(ng/zt)