'Li dijî hêzên faşîzan, em bibin yek helwest'

13:22

JINHA

QAMIŞLO - Kordînasyona Kongreya Star li beramberî dagirkirina axa Sûriyê û êrîşên dewleta Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga yekgirtinê li hêzên demokratîk û aştîxwaz kir.

Kordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkirina Cerablûsê wek hevkariyeke qirêj pênase kir û got: "Dewleta Tirk a dij-demokratik û faşîst li hember jinan û gelan her-roj komkujiyekê pêk tîne û herî dawî bi hevkariya DAIŞ'ê li Dîlokê 60 kes qetil kirin. Ev qetlîam pêngava yekemîn ya dagikirina axa Sûriyê û êrîşa li Rojavayê Kurdistanê ye.”

Daxuyanî wihaye:

“Niha jî DAIŞ di encama lihevkirinê Cerablûs radestî dewleta Tirk û çeteyên wî kir. Hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ careke din pir eşkere li ber çavan hate raxistin. Dewleta faşîst a Tirkiyê komkujî û dagirkeriyê li hember têkoşîn û jiyana hevbeş ya gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryani, Tirkmen, Çerkez û hwd. derdikeve. Hêzên navnetewi jî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li hemberî vê dagirkeriyê bê helwest dimînin û bi vî awayî di piştgirî didin polîtîkayên Tirkiyê yên ku pêşiya Sûriyeya Demokratîk astengî çêdike.

Gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Ermenî, Tirkmen bi pêşengtî û lehengiya jinan bi armanca pergaleke demokratik ya bakûrê Sûriyê berxwedanî û têkoşînek bêhempa meşandin û wê tu carê dev jî erka xwe ya welatparêzî, ruxmî hemû êrîşan jî bernedin û wê welatê xwe biparêzin.

Dagirkerî û êrîşa Tirkiyê, ne tenê êrîşek li hember Rojava ye, di heman demê de êrîş li hemberî hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk e. Ji ber wê jî, çawa ku hêzên demokratîk û aşîtîxwaz di êrîşa li hember Kobanê, li dora Rojava bû xelekeke berxewdanê, niha jî divê hêzên demokratîk, bi taybet tevgerên jinên demokratîk yên cîhanê, xwedî li nirxên mirovahiyê ku di berxwedana Rojava de parastin, derkevin.

Êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bi hevkariya PDK û çeteyan, em bi tundî şermezar dikin û bang li hemû hêzên demokratîk yên navnetewî û jinan dikin ku têkoşîna gelan xurtir bikin û li hemberî hêzên faşîzan, xwedî yek helwest bin. Ji ber wê jî lazime hemu kesên ku aştî û çareseriyeke mayînde li Sûriyê û Rojhilata Navin dixwazin, li dijî vê dagirkeriyê derkevin."

(kom/zt)