Li Hesekê welatî dest bi xebatê înşayê kirin

15:37

JINHA

HESEKÊ - Welatiyên bajarê Hesekê piştî şer bi dawî bû vegerîn warên xwe û dest bi xebatê înşayê kirin.

Ji ber êrîşê rêjîma Baasê ya li hember sivîlên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê gelek tax xirab bûn. Piştî şerê ku heftiyek berdewam kir, di encama hewldana rûspiyên bajêr de agirbest hat îlan kirin û şer li ser lihevkirinên hin xalên sereke bi dawî bû. Welatiyên sivîl ên ku berê xwe dane bajarên din, dest bi vegerê kirin û xebatên înşayê dan destpêkirin.

Herwiha xetên telefon û elektîrîkê jî hatin qutkirin û ev jî bandoreke neyînî li ser karê gel dike. Ji bo ev rewş jî çareser bibe, xebat hatiye destpêkirin.

(ls/en/rc)