Çeteyên DAIŞ’ê hewildan êrîşî Mexmûrê bikin
08:25
Tebax
26
/ 2016
JINHA
HEWLÊR - Çeteyên DAIŞ'e yên hewl dan bikevin nava kampa penaberan a Mexmûrê hatin bêbandorkirin.
Serê sibehê sat di 06:00’an de, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bikin. Gerîlayên HPG'ê bi çeteyan hesiyan û dest li wan werdan. Di encama vê destwedanê de yek ji çeteyan bombeya li ser xwe teqand, yek jî ji aliyê gerîlan ve hat kuştin.
Li dû hewldana êrîşê ya çeteyan, li nava kampê û li dora wê, tedbîrên berfireh ên ewlekariye hatin zêdekirin.
(zt)