ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên bajarê Til Temir dagirkirina Carablûsê bi tund şermezar kirin û gotin: "Dagirkirina Cerablûsê îlankirina şer hember gelan e."

*Li Amedê jin nava pazarê de dezgeh danîne û zebzefiroşî dikin. Jinên ku li hember hişmendiyê mêr têdikoşin, bêy ku xwe bispêrin kesek aboriya xwe yê jiyanê pêk tînin.

*Sebah Reşo ji giya û kulîlkên ku berhevdike, ji bo nexweşiyan derman çêdike, dermanên xwe jî dixîne xizmeta gel.

*Ji jinên Êzidiyên çiyayê Şengalê Mabed Saleh di derbarê tecrîdê de wiha got: "Banga min ji bo gelê me yê her çar aliyê Kurdistanê û teyabet gelê me yê Êzidî re heye rabin em Rêbertiya xwe azad bikin, ma heya kengê em ê bêdeng bin."

*Li Amedê serlêdanên Akademiya Cegerxwînê rastî eleqeyek mezin tê.

*Gelê Sûrê piştî ku beşeke qedexeya derketina derve li Sûrê rabû şûnde, vegeriyan malên xwe û vê carê jî kesên bi guman ku di bin kontrola polîsan de digerin, ji zarokên keç re bi gotinên ‘serê we çima vekiriye’ taciz dikin. welatiyan fikarên xwe anîn ziman û gotin : “Kesên ku pêşiya komkujiya Dîlokê li kolanan digeriyan piştre ji holê winda bûn.”

*Alîkar Doç Dr. Hulya Vatansev diyar kir ku mehên havînê û derbasbûna demsalan ji bo nexweşên astimê gelek zehmete û got: “Dema nedawa hewayê zêde bibe divê nexweşên astimê dernekevin derve û li herêmên nedaw zêdeye negerin.”