Jinên Rojava bertek nîşanî dagirkirina Cerablûsê dan

09:01

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR – Jinên bajarê Til Temir dagirkirina Carablûsê bi tund şermezar kirin û gotin: "Dagirkirina Cerablûsê îlankirina şer hember gelan e."

Piştî artêşa Tirkiyê û hevkarên wan bajarê Carablûsê dagir kirin bi hezaran welatî berê xwe dan bajarê Minbicê. Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê têkîldarê dagirkirina Cerablûsê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku armanca êrîşan destkeftiyên gelê Rojavaye û gotin: "Êrîş li hember pergala Rojava û bakûrê Sûriyeya Demokratîk e."

'Divê gelê kurd her derê helwesta xwe diyar bike'

Mamoste Emel Dawê dagirkeriya Cerablûsê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Em bi tu awayî êrîşên Erdogan li ser axa Sûriyê qebûl nakin. Divê gelê Kurd li her deverê li hember vê dagirkeriyê helwesta xwe diyar bike. Ev êrîş destkeftiyên Rojava hedef digre. Herwiha divê tevahiya gelên li Rojava û Sûriyê dijîn bizanibin ev êrîş li hember wan jî pêk hatiye. Dê encama vê dagirkeriyê gelek xirab be. Lewre pêwîste em berxwedaneke mezin pêş bixin."

'Em ê heya dawî axa xwe biparêzin'

Jina bi navê Henîfe Hisên jî êrîşên dewleta Tirkiyê ya li ser Cerablûs û Babê şermezar kir û wiha axivî: "Erdogan çima êrîşê axa Sûriyê dike? Her tişt xuya ye, tirsa li hember kurdan jî diyar dibe. Serkeftinên ku şervanan li Minbicê bi dest xistin, ew xistiye nav ta û lerzê. Lê bila baş bizanibin em komkujî, dagirkerî û desthilatiya tu hêzî û dewletî apejrînin, ne ya DAIŞ, ne ya Rejîmê, ne jî ya Tirkiyê û çeteyên wî. Em ê axa xwe heya dawî biparêzin. "

Henîfe êrîşa bi balafiran a li ser Cerablûsê jî wek nîşana tirsa Tirkiyê bi nav kir û wiha pêde çû: "Tiştên ku dewleta Tirkiyê dike binpêkirina mafên mirovahiyê ye. Lê cîhan tev bêdeng e, tenê temaşavaniyê dikin. Em ê wek gelê Rojava û jinan heya azadiya tevahiya axa xwe li ber xwe bidin."

(en/rc)