'Heya em Rêberê xwe li Êzidîxanê pêşewazî nekin sekin nîne'
09:05
Hewlêr Şahîn/JINHA
ŞENGAL - Ji jinên Êzidiyên çiyayê Şengalê Mabed Saleh di derbarê tecrîdê de wiha got: "Banga min ji bo gelê me yê her çar aliyê Kurdistanê û teyabet gelê me yê Êzidî re heye rabin em Rêbertiya xwe azad bikin, ma heya kengê em ê bêdeng bin."
Li her deverê bertek û çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Li çiyayê Şengalê jî çalakî berdewam nerazîbûn berdewam dikin. Ji jinên Êzidiyên çiyayê Şengalê Mabed Saleh bertekên we yên li hemberî tecrîdê û girêdanan xwe ya bi Rêberê xwe re wiha anî ziman: "Ez wek jinek Êzidî ji Çiyayê Şengala dil bi êş heya girava Îmralî silav û bêrikirênên xwe yên bê dawî ji Rêber Apo re dişînim û carek din dil soziya xwe bi wî re nu dikim. Em li rastiyê meyze bikin kesi wek Rêber Apo ji civakê re pêşengitî nekir.
Ji hemu aliyan ve em tûne dihatin hesibandin, lê Serokatî bi tekoşîna xwe carekdin vî gelî weke hebûnekî heyî da jiyan kirin. Bi teybet em jin pir bişansin ku em xwedî Rêberekî wehane. Ji ber ku ne ji Rêbertî ba niha rewşa jinê wê çawaba ez qet naxwezim bi vê yekê bihizirim. Ji ber Rêber Apo neheqî li ser civakan ne di pejirand, li henberî sîstema deshildar tekoşîn dida meşandin. Xeteriyên ser civakê vedigot û pêşdîtinên wî xurtbu hemu bi vî awayî pîlanên destihiladaran vale derdiket."
'Ew nikarin bi tecridan me ji Rêbertî qût bikin'
Mabed wiha berdewam kir: "Ji ber derketina Rêbertî ji bo hemu civakan ji nu de avabûna civaka azadbu, destihiladaran ji vê yekê tirsiyan li henberî Rêbertiya me pîlanên qirêj amede kirin û girtin. Ev çend salin Rêbertiya me li girava Îmralî tê ragirtin. Bi hemû awayan êrîşên hovane li hemberî Rêbertiya me hatiye meşandin. Ji xwe ev demke em ti agahiyan ji Rêbertiya xwe nagirin ne çoyina Parêzeran, ne malbat û ne jî heyetê me dixe nava fikaran. Ji ber em ti agahî ji Rêbertiya xwe nagirin ev bê agahî ji bo me xeta sore. Bila hemu dewletên ku destên wan di girtina Rêbertiya me de hebun baş zanibin em heya dawiyê girêdayî Rêbertiya xwene."
Mabed destnîşan kir ku kes nikare ramanên Rêberê wan dîl bigirin û wiha dom kir: "Dibe ku niha Rêbertiya me di aliyê fizikî de dîlgirtibe ama nayê wê watê ku wê bi vî şêwazî me û Rêbertiya me ji hevdu veqetinin. Ji ber em gelekî bi Rêbertiya xwe ve girêdayine, ti hêz nikarin me ji Serokê me qut bike. Ger wek gel em îro jiyan dikin bi saya Rêber Apo ye. Ji xwe Rêbertiya me di aliyê fikri de azade lê ji bo, em bikaribin wî di aliyê fizikî de jî azad bikin çi erk bikeve ser milê me em amedene. Heya ku were xestin em ê bibin mertal biçin xwe bi dijmin de bi teqinin. Bi teybet em wek gelê Êzidî deyndarê Rêbertîne, rûxmî ku di nava çar diwaran debu, piştî wê fermana giran yên bi hawara me hatin şervanên Rêber Apo bûn. Ne ji Rêber Apo ba niha dawî li me Êzidiyan hetibu. Em gele Êzidî deyndarê Rêbertîne, heya ku em saxibin, em ê dildarê Rêbertiya xwe bin. Ji bo azadiya wî çi were xwestin em wek gelê Êzidî amedene."
'Haya Rêberê me azad nebe rûniştin ji bo me nîne'
Mabed ji bo azadiya Ocalan bang li gelê Kurdistanê kir û weha got: "Bila her kes baş bizanîn, em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin ev yek ji bo me xeta sore. Em dibêjin demek ji dema din zûtir bila destur bidin ku hevdîtin bi Rêbertiya me re were çêkiririn. Bi teybet banga min ji van kesên ku dibêjin em mafê mirovan di parêzin re bila rabin ser xwe erkên xwe yên mirovî bicih bînin. Banga min ji bo gelê me yê herçar aliyê Kurdistanê û teyabet gelê me yê Êzidî re heye rabin em Rêbertiya xwe azad bikin, ma heya kengê em ê bêdeng bin. Êdî bese. Pêwîste em bi tekoşîna xwe dijimin ji Kurdistanê derînin, heya ku em vî dijiminî ji Kurdistanê dernexin tenahî nakeve ti deverê. Em ê di demek nêz de Rêberê xwe li ser axa Êzidxanê pêşwanzî bikin bi hev re li ser vê axa pîroz jiyan bikin."
(zt)