Li Sûrê kesên bi guman zarokên keç tacîz dikin
09:07
JINHA
AMED – Gelê Sûrê piştî ku beşeke qedexeya derketina derve li Sûrê rabû şûnde, vegeriyan malên xwe û vê carê jî kesên bi guman ku di bin kontrola polîsan de digerin, ji zarokên keç re bi gotinên ‘serê we çima vekiriye’ taciz dikin. welatiyan fikarên xwe anîn ziman û gotin : “Kesên ku pêşiya komkujiya Dîlokê li kolanan digeriyan piştre ji holê winda bûn.”
Li Sûrê welatiyên vegeriyan malên xwe vê carê zarokên wan yên keç ji aliyê kesên biguman ve tên tacîzkirin. Ev kesên bi rû û şal digerin, di bin kontrola polîsan de dikevin taxan û derdikevin û li gorî îdiaya welatiyan ev kes beriya komkujiya Dîlokê li kolanan bi rehetî digeriyan û piştî komkujiyê ji holê winda bûne. Welatiyan fikarên xwe anîn ziman û gotin gelo dewlet li Sûrê li pey provakasyoneke nûye û got: “Polîsên ku navçeya me veguhertin qerekolek mezin çi armanc dikin?”
‘Bi koman li kolanan digerin’
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Bi cil û bergên xwe hewl didin xwe bişibînin ciwanên taxê lê bi şalwarên xwe winda dikin. ev li cihekî kom dibin û bi koman li taxan belav dibin. Beriya teqîna Dîlokê her roj dihatin li taxê digeriyan, lê piştî teqînê ji holê winda bûn.Ez wisa difikirin ne tevahî bi koman li cihekî tên cem hev. Em gelê taxê dizanin kî li kur udine. Lê bi van êrîşan re gelek kes ji malên xwe bûn. Niha li ku ne em nizanin.”
'Me hîn kir ku bombe aydê kê ye’
Şêniyeke din ya taxê jî bûyera ku mehek berê hatibû jiyîn jî bibîr xist û got: “Mehek berê li Taxa Alîpaşa li malekê bombeyek hat dîtin. Polîsan got bombeya PKK’ê ye lê derket holê ku ev kes berê ji hîzbullahê ketiye hundir. Piştre polîs hat ev xanî tamîr kir. Me jî fêm kir ku bombe aydê kê ye.”
'Zarokên keç tên tacîzkirin’
Welatiyekî din bi lêv kir ku li kolanan kesên tîpa wan dişibin endamên DAIŞ’ê digerin û got ew bûye şahidê axaftinên wan û got: “Rojekê min axaftina wan bihistin. Digotin ‘sofî wê rabin, niha amadekariyê dikin. dem dema serhildanê ye. Dibe hema derkevin’.
Welatiyan diyar kirin ku ev kesên li taxê digerin zarokên keç bi gotina ‘serê we çima vekiriye’ tacîz dikin.
(mm/rt/hu)