Zarokê 4 salî ku li Dîlokê birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da

10:05

JINHA

DÎLOK - Li Dîlokê Omer Îlhan ê 4 salî yê di qatlîamê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li Dîlokê êrîşa ku pêk hat de zarokê bi navê Omer Îlhan ê 4 salî yê birîndar bûbû duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Omer ê biçûk ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîl dihat dermankirin piştî jiyana xwe ji dest da cenazeyê wî hate wergirtin li Goristana Yeşîlkentê hat definkirin. Gelek kesên ku di nav de parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul û rêxistinên HDP, DBP'ê jî heye beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî cenaze hat definkirin ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin.

Bi Omerê biçûk re hejmara kesên ku di qatlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan derket 59 kesan.

(zt)