Jin ji bo kampanyaya azadiyê dadikevin qadan

10:11

JINHA

AMED - Jinên tevlî kampanyaya KJA’yê ya ‘Ez xwedî li Rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevi’ bûn banga ‘werin em bi hev re dakevin qadan û heta rêbertî azad bibe em ji qadan venqetin’ kirin.

KJA’yê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişikînin û azadî û ewlehiya wî pêk bê kampanyaya ‘Ez xwedî li Rêbertî, xak û azadiya xwedî derdikevim’ dan destpêkirin û kampanya her diçe mezin dibe. Jinên qad terk nekirin bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.

'Em bi berxwedanê dibin bersiv’

Muhabbet Tiryakî got ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û got ew wek gel heta dawiyê li dijî vê ne û wiha got: “Me bi serokatiyê re cesaret kir kul i dijî zilmê serî rakin. Ji 12’ê îlonê şûnde gotin gelê Kurd wê berxwe nede lê em bi berxwedana xwe ya salên 80 û 90’î bûn bersiv. Me bi rêbertiyê re têkoşîn hîn kir. Me wek jinan bi wî re mafên xwe hîn kir. Kesî hebûna gelê Kurd qebûl nedikir û rêbertî kolan bi kolan, gund bi gun geriya û hebûna gelê Kurd û têkoşîn vegot. Ger wê rojê serhildan tinebûna belkî îro em hemû asîmîle bibûna û çand, ziman û dîroka me hatiba jibîrkirin. Wê me ev zilm qebûl kiriba.”

'Em ji kesî natirsin’

Maşallah Korkmaz jî got tecrîdara li ser Abdullah Ocalan armanc dike ku gelê Kurd teslîm bigire û got: “Dewlet dibêje qey tecrîdê giran bike wê em jî bitirsin û teslîm bibin. Em ji kesî natirsin. Ev 42 sale em tên qetilkirin û tên şewitandin, bombebarankirin. Hîna zarokên me tên qetilkirin. Ji bo aştiyê divê Birêz Ocalan azad bibe. em dixwazin tecrîd rabe. Em dixwazin rêbertiya me azad bibe. êdî tehemula men emaye. Ev sê sal bû em xapandin gotin wê aştî bê. Di pêvajoyê de gelek ciwan şehid ketin. Hîna pêvajo bi dawî nebibû tecrîdê dest pê kir. “

'Em bi hev re dakevin qadan’

Maşallahê diyar kir ku azadiya rêbertiyê azadiya Sûr, Cizîr, Gever û Nisêbînê ye û wiha got: “Heta rêbertî azad nebe, ne zarokên me, jin û ne jî bajarên me û ne jî xaka me azad dibe. Ger em bixwazin azad bibin divê em dîwar û deriyên Îmraliyê bişikînin. Ger îro em bêdeng bin emê ya herî xerab bijîn. Ji bo zêdetir xwîn nerêje divê rêbertî demildets azad bibe.

(bc/hu)