Li Cizîrê birîndarên sivîl nagirin nexweşxanê!

11:04

JINHA

ŞIRNEX - Di êrîşa serêsibê ya li dijî Navenda Hêzên Çevîk a Cizîrê pêk hat de herî kêm 12 polîsan hatin kuştin û 70 jê giran 90 polîs birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serê sibê li dora saet 06.42'an de li dijî Navenda Hêzên Çewîk a ku li ser rêya Şirnex-Cizîrê ye bi wesayîta bombebarkirî êrîş pêk hat. Li gor agahiyan heremê hat zanîn ku gelek polîs birîndar bûn û hatin kuştin û gelek ambulans û wesayîtên zirxî sewqî cihê çalakiyê hatin kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin herî kêm 12 polîs hatin kuştin û 70'ê jê giran herî kêm 90 polîs birîndar bûn. Di êrîşê de gelek malên welatiyan yên derdorê zerar dîtin. Camên şibake û deriyên welatiyan şikestin û gelek welatî bi sivikî birîndar bûn. Li gor agahiyên hatine bidestxistin welatiyên ku xwestin biçin nexweşxaneyê nehatine wergirtin. Welatiya bi navê Elmas Taniş (50) ji ber vê yekê ji bo dermankirinê şandin Amedê.

Di teqînê de li gel avahiya Navenda Hêzên Çewîk a Cizîrê 3 avahiyên welatiyan yên nêzî teqînê jî hileweşiyane. Piştî teqînê bang li hemû xebatkarên tenduristiyê hat kirin ku werin nexweşxaneyê. 2 helîkopter û balafira ambulans hat Balefirgeha Şerefettîn Elçî. Piştî teqînê hêzên dewletê hemû têketin û derketinên Cizîrê girtin û ji ber vê yekê bi kîlometreyan kerwanê wesayîtan çêbû. Li devera teqînê û tevahiya bajêr tevgera hêzên dewletê di asta herî jor de ye.

Li gor agahiyan îhtîmala zêdebûna mirî û birîndaran heye.

(kom/zt)