Li Minbicê 2 gundên din hatin azad kirin

11:18

JINHA

MINBIC - Li başûrê Bendava Tişrîn 2 gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebu Leyla ku di 1’ê Hezîranê de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin, li başûrê Minbicê didome. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûrê Bendava Tişrînê gundê Nafiliyê û Til Osman ji çeteyan rizgar kirin. Di encama pevçûnên li herdu gundan de bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyên 19 ji wan ketin destê şervanan.

(zt)