Zarokên hevalên xwe di komkujiyê de winda kirin dernakevin kolanan

12:41

JINHA

DÎLOK - Zarokên ku piştî komkujiya li Dîlokê pêk hat, bedenên perçekirî li erdê dîtin, êdî li kolanan nalîzin û naxwazin derkevin kolanê.

Li Dîlokê çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê Tebaxê de komkujî pêk anîn û 59 kesan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Zarokên ku bûn şahidê komkujiyê û bedenên perçekirî li erdê dîtin, êdî dernakevin kolanan û naxwazin li kolanê bilîzin. Zarokên ku naxwazin derkevin kolanan diyar kirin ku gelek bîraninên wan tune bûn.

Zarokê 11 sali D. C ku bû şahidê komkujiyê diyar kir ku wî hevale xwe yê 6 salî di komkujiyê de winda kir. D, anî ziman ku dema teqîn pêk hat ew li malê bû û wiha got: "Min got belkî erdhej be. Piştî teqînê ez çûm cihê bûyerê. Min dît ku mirov perçe perçe bûne. Dema ez çûm cihê teqînê min bedena bêruh a hevalê xwe Devran li erdê dît. Ez pir tirsiyam û ez nikarin êvarî razêm. Ez naxwazim li kolanê êdî bilîzim. Berê zarokan li kolanê dilîst, niha bombekar li kolanan digerin."

‘Her der bûbû gola xwînê'

Zarokê 10 salî F. Y jî anî ziman ku piştî teqînê xwest derkeve derve lê dayik û bavê wî nehişt derkeve. F, da zanîn ku bavê wî çû birindar birin nexweşxaneye û wiha got: "Piştre ez û diya xwe çûn cihê bûyerê. Her der bûbû gola xwînê. Ez rastî bedenên bê ruh hatim. Ji bo ez vê hovîtiyê nebînim dayika min çave min girt. Ez ji tirsan nerazam.”

'Ez naxwazim derkevim derve'

Zarokê 12 salî Ş. B jî anî ziman ku wî teqîn nedît, lê degnê wî bihîst û wiha got: "Hevalên min ên heri hêja hatin kuştin. Ez êdî li kolanê hevalên xwe nabînim. Ez êdî naxwazim derkevim kolanan. Ez êdî tamê ji kolanan nagirim."

(kom/zt)