Parêzeran li hember tecrîdê biriyara têkoşîna hevbeş dan
13:12
JINHA
STENBOL - Têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û ji bo rawestandina îşkenceyên arasteyî girtiyên şoreşger, gelek parêzer, rêxistinên pîşeyî bo banga têkoşîneke hevpar dê bên gel hev.
Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ji ber tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan nayên girtin, her diçe şik û gumanên arasteyî vê rewşê zêde dibin. Têkildarî vê parêzerên Ocalan ên ku girêdayî Buroya Huqûqê ya Asrinê ne, bo derbareyê rewşa muwekîlên xwe de saziyan agahdar bikin serdanên xwe yî sazî dezgehan dimînin û di çarçoveya van serdanan de bi rêxistinên pîşeyî re biryara têkoşîneke hevpar girtin. Piştî hevdîtinan Buroya Huqûqê ya Asrinê, Komeleya Huqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Huqûqnasên Hemdem, Buroya Huqûqê ya Açilimê, Buroya Huqûqê ya Bindestan, Huqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê biryara ku dê di 29'ê tebaxê de li Otela Hîll'ê ya Taksîmê bo çapemeniyê daxuyaniyeke hevpar bê dayîn girtin.
Hat zanîn ku dê rêxistinên parêzeran di civîna çapemeniyê de, di serî de balê bikêşin ser tecrîda li Îmraliyê û bi giştî dê balê bikêşin derhuqûqiyên li hemû girtîgehan û yên ku li civakê xwe didin der û her wiha dê biryara berxwedana huqûqî ya hevpar aşkere bikin.
(zt)