‘Em ê li qadan daxwazên aştiyê bilind bikin’

14:20

JINHA

STENBOL - Yekîtiya Hêzê ya Demokrasî û Kedê ji bo mîtînga ku dê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê di 4'ê îlonê de li dar bixin bangawazî kir.

KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ji bo mîtînga ku dê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê di 4'ê îlonê de li dar bixin li Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Selçuk Erez ewil axivî diyar kir ku dê rojeke şer bi dawî bibe û hemû kes dest bidin hev û ji vî qeşmeriyê xilas bibin, Tirkiyeyekî demokratîk înşa bikin. Piştre Berdevka Demî ya Platforma Şaxên KESK'ê Fadîme Kavak daxuyanî xwend û diyar kir ku bi piştgiriya Amerîka û hêzên emperyalîst li Iraq û Sûriyeyê hê jî şer berdewam dike û wiha axivî: "Hê jî jin, zarok, ciwan dimirin, seqet dimînin, nexweşî, bêmal û penaber zêde dibin."

Fadîme anî ziman ku pevçûn, êş û rondikên çavan li çar aliyê welat welat bûye û wiha berdewam kir: "Em dixwazin polîtîkayên şer, şîdetê yên ku di pirsgirêka kurd de jibilî mirin û rondikên çavan ecamê naynin bi dawî bibin, ji bo riyên aştiyane û demokratîk gav bên avêtin."

Fadîme got ku îsal di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê de derketina qadan û deng derxistin, rastî ji gelan re vegotin ji her demê girîntir û watedar e. Kavak herî dawî got ku ji bo parastina demokrasî, aştî, azadî, edalet û wekheviyê dixwazin hemû kes di 4'ê Îlonê de saet 16.00’an li Qada Pazarê ya Bakirkoyê bin. Em ê 10’ê Cotmehê jî li Enqerê gotina hevalên xwe ya ‘aştî’ bilind bikin.”

(zt)