Jinên Mêrsînê îstismara zarokan pirotesto kirin

14:56

JINHA

MÊRSÎN - Jinên Mêrsînî îstîsmara li dijî zarokan pêk tê şermezar kirin û xwestin ji bo aştiya mayinde deng bidin dengê jinan.

Platforma Jinê ya Mêrsînê têkildarî îstîsmara zarokên Sûrî yên 9 salî L.A. û 11 salî H.D. pêk hat li Şaxa SES'ê ya Mêrsînê civîna çapeeniyê pêk anî. Jinan di pankarta "Biryara beden û jiyana me ya me ye" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê jinan Endama Platforma Jinê ya Mêrsînê Tuna Şahin, diyar kir ku ew bi minasebeta 1'ê Îlonê dixwazin aştiyek mayinde pêk bê û şer bi dawî bibe. Tuna, anî ziman ku îstîsmarên zayendî encama polîtîkayên hikûmetê yên şer in û xwest ji bo aştiya civakî deng bidin dengê jinê.

(zt)