ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Til Temirê jina bi navê Nesrîn Xidir bi xwedîkirina ajalan aboriya xwe pêk tîne û sûde jî berhemên wan digire.
*Keça Fatma Ateşê ku li Sûrê wek 'dayika berxwedanê' tê zanîn, Bêrîtanê got: "103 rojan berxwedanek mezin hat dayîn. Niha ji bo şopa wê paqij bikin hilweşînê dikin. Lê yek mirovek jî bimîne berxwedan nayê jibîrkirin."
*Firina ku ji aliyê jinan ve hatiye vekirin, bi nanê xwe yê tam rastê elaqeyek mezin tê. Jinên di firinê de dixebitin diyar kirin ku piştî şoreşa rojava jin bi keda destên xwe dikarin her tiştekî bikin.
*Wekîla seroka koma HDP'ê Çaglar Demîrelê diyar kir ku piştî deklerasyona çareseriyê ya KCK'ê wek partiyasî siyasî û sazî wê di 31' ê Tebaxê de nîqaşên girîng bimeşînin û wê bi rayagiştî re parve bikin û got: "Emê biryarên girîng bigirin. Divê hemû hêzên demokrasiyê rol û mîsyona xwe bilîze.Emê tiştên pêwist ya di pêvajoya pêş de ji rayagiştî ya Tirkiyeyê re ragihînin."
*Sidika Yildiz ku qeder û nivîsa li ser eniyê ji xwe re nekir, bar, li hember hemû zilmên li ser jinê, li ser bîranîna Ekîn Wanê şer kir û li wir bibû destan.
*Parêzer Gulseren Yolerî balkişand ser êrîşên zayendî û binpêkirina mafan ya li ser jinên penaber û got jinên rastî êrîşa zayendî tên vê nabin darazê û got: "Em dibihîzin ku jinên dixwazin gilî bikin, hêj me dest bi kar nekiriye tên dersînorkirin. Em dizanin ku ev dersînorkirin bi zanebûn tên kirin."
*Li Hîndîstana ku yek ji welatên herî zêde zext li ser jinê tê meşandinê, li gorî lêkolîneke hatiye meşandin di sala dawî de 106 hezar jin bi şewitandinê hatine qetilkirin.
*Welatiyan diyar kirin ku di şînê de jî deshilata siyasî ferq û cudahiyê dike û gotin: “Di komkujiya Dîlokê de berpirsiyariya deshilatiyê heye.”
*Welatiyan diyar kirin ku di şînê de jî deshilata siyasî ferq û cudahiyê dike û gotin: “Di komkujiya Dîlokê de berpirsiyariya deshilatiyê heye.”