'Bi hilweşînê dixwazin paqij bikin lê berxwedana Sûrê nayê jibîrkirin’
09:02
JINHA
AMED – Keça Fatma Ateşê ku li Sûrê wek ‘dayika berxwedanê’ tê zanîn, Bêrîtanê got: “103 rojan berxwedanek mezin hat dayîn. Niha ji bo şopa wê paqij bikin hilweşînê dikin. Lê yek mirovek jî bimîne berxwedan nayê jibîrkirin.”
Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û niha jî li beşeke mezin a navçeyê qedexe didome. Di 9’ê Adarê de daxuyaniya ‘operasyon bi dawî bûn’ hat dayîn lê dorpêçkirin ev 309 roje berxwedam dike û di çarçoveya ‘cemawerîkirina lezgîn’ de navçe tê hilweşandin.
Jina bi navê Fatma Ateş li Sûrê bi mehan berxwe da û di bodrumê de ma , ji ber êrîşan birîndar bû. Fatma di 20’ê Sibata 2016’an de hat derxistin û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Fatma Ateş li Sûrê wek ‘dayika berxwedanê’ tê zanîn. Hevjînê Fatmayê Fahrî Ateş û keçên wê Sînem û Fatma hîna di girtîghê de ne. Keça wê Bêrîtan niha dixwaze biçe mala xwe Hasirliyê ya ku bîranînên dayika wê lê ne. Bêrîtanê got ew dixwaze demildest qedexe rabe. Berîtan roje ku qedexe rabû ji Sûrê derket. Piştre her roj diçe ber barîkata û dayika xwe dipê. Fatma berxwedana xwe heta dawî didomîne û heta roja jiyana xwe ji dest dide ji navçeyê dernakeve.
Bêrîtanê bakişand ser hedefgirtina Sûrê û piştevanî û yekitiya li taxan vedibêje. Berîtanê got gelê Sûrê bi hev re hemû pirsgirêkên xwe çareser dikir û got: “Sibehekê qedexe hat îlankirin. Me zarokên Sûrê ku her şev stêrk dijmartin, ji wê rojê şûnde me guleyên dihatin dijmartin.”
Bêrîtanê wiha dawî li axaftina xwe: “103 rojan berxwedanek mezin hat dayîn. Dewlet bi tank û topan bi artêş axwe nekarî bikeve wir. Lê niha bi hilweşînê dixwaze tolê bigire. ji bo şopa wê berxwedanê paqij bike Sûrê hildiweşîne. Hedefa wan eve. Lê em Sûrê û wan kolanan jibîr nakin. Dayika min Sûr nehişt. Ji ber ew der ji bo her kesî hêviye. Dayika min di salên 90’î de hat Sûrê. Ev 25 sal bû li wir bû. ji ber vê dayika min ew der terk nekir.”
(mm/hu)