'Jinên dibêjin em rastî êrîşa zayendî tên, tên dersînorkirin’

09:04

JINHA

STENBOL - Parêzer Gulseren Yolerî balkişand ser êrîşên zayendî û binpêkirina mafan ya li ser jinên penaber û got jinên rastî êrîşa zayendî tên vê nabin darazê û got: “Em dibihîzin ku jinên dixwazin gilî bikin, hêj me dest bi kar nekiriye tên dersînorkirin. Em dizanin ku ev dersînorkirin bi zanebûn tên kirin.”

Li Tirkiyeyê mîlyonek penaberên jin yên Sûriyê hene. Ji sedî 86.5 jinên penaber li Tirkiyeyê naxebitin û rastî şîdet û êrîşa zayendî tên. Tevî divê jinli dijî êrîş û newekheviyan bê parastin, Tirkiye ti tiştekî nake. Parêzer Gulseren Yolerî têkildarî mijarê de axivî û got pirsgirêkên jinên penaber dijîn raste rast bi statuya hiqûqê re eleqedere. Gulserenê da zanîn ku yekem car di 2013’an de qanûnek u statuya penaberan diyar dike hatiye derxistin.

‘Heman statu pêk nayê’

Gulseren got bi qanûna ku hatiye derxistin her çiqas hinek kêmasiyên hiqûqî çareserkirin jî pêkanînên ku fêdeyên siyasî û torên çandî derxînin pêş neguherîne. Gulser got: “Tirkiye bi Peymana Cenevreyê re li dijî penaberan li qanûnên navneteweyî xwekişandina erdnîgarî datîne û dibe alî. Statuyê dide penaberên Ewropayê, mafê penaberê nade penaberên din.”

Gulserenê destnîşan kir ku statuya penaberiyê ne pêkanîneke ku hemû mafên kesê koç kiriye nake bin garatiyê û got derfetên jiyana penaberan sînorkiriye.

Gulserenê wiha berdewam kir: “Di şer de jin wek xanîmet tê dîtin. Tiştên jin di şer de dijîn, di rewşa penaberiyê de jî dijîn. Jinên penaber rastî êrîşa zayendî tên. civakek ku vê qebûl dike, hiqûq û dewletek ku vê ceza nake heye. Ev jî pêşiya gelek binpêkirinan vedike. Di vê mijarê de lêpirsînek bi bandor nayê kirin. Kesên rastî êrîşa zayendî tê vê nabin darazê. Kesên dixwazin gilî bikin tên dersînorkirin. Ev jî bi zanebûn tê kirin.”

(nb-tm/hu)