Li kolanan ji bo yên 'di şînê de jî ferq û cudahî dikin’ bertek

09:06

JINHA

STENBOL – Welatiyan diyar kirin ku di şînê de jî deshilata siyasî ferq û cudahiyê dike û gotin: “Di komkujiya Dîlokê de berpirsiyariya deshilatiyê heye.”

Li Tirkiyê ji 5’ê Hezîrana sala 2015’an heya niha 19 komkujî hatin kirin, navnîşana hemûyan jî hemane. Di van komkujiyên DAIŞ’ê girtine ser xwe de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Xala van komkujiyan a hevpar jî “li gorî dewlet dizane jî pêşî lê nagire û çavê xwe jê re dineqîne ye.” Herî dawî di komkujiya Dîlokê de piranî zarok 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

'Di şînê de jî newekheviyê dikin'

Me ji welatiyên kolanan komkujî pirsî û di hemû bersivên me girtin de her kesê deshilatî nîşan dan. Nadide Embel diyar kir ku piştî komkujiyê deshilatî cudahiyê dixe nava mirovan”

Sevda Zafer jî da zanîn ku hevkariya dewletê bi DAIŞ’ê re heye û anî ziman ku komkujî dibin berpirsiyariya deshilatiyê de bûye.

Husniye Egin jî destnîşan kir ku komkujiyê her kes di kurahiyê de bandor kiriye û wiha domand: “Dema ku mirov li van kolanan dinêre ji hemû dîn û nijadan mirov dijîn.”

Gulistan Başdaş bilêv kir ku hîna ew hêrsa komkujiya Dîlokê dijîn, li Amed û Enqerê jî heman komkujî kirin, di komkujiya Dîlokê de ji derveyî HDP’ê ti partiyan şîn îlan nekirin.

(tm-nd/zt)