Jinên Êlihê amadekariyên mitînga ‘azadiyê’ dikin

09:34

JINHA

ÊLİH – Bi pêşengiya KJA yê li Êlihê amadekariyên mitînga 1’ê Îlonê ku dê bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” bê li darxistin berdewam dikin.

Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê dê starta mitîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” bê dayîn. Ji bo mitîngê xebatên jinan li taxan berdewam dikin.

Li Taxa Petrolkentê bi beşdariya Parlementera HDP’ê Meral Danış Beştaş jin li hev civiyan. Di civîna ku gelek jin beşdarbû de Meral got: “Heya niha her dem jinên Êlihê li kolananbûne. Dê roja 1’ê Îlonê jî jin kolanan dagirin. Ji bo wê jî em ê li Êlihê starta mitîngên xwe bidin.”


Parlementera HDP’ê Dirayet Dilan Taşdemir jî beşdarî civîna jinan a li Parka Mele Evdilayê Timoqî ya li Taxa Yeşiltepe bû. Dilan balkişand ser azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî. Dilan da zanîn ku dê di 1’ê Îlonê de li qadan daxwazên azadiyê biqêrin.

Hemû jinên Êlihê ji bo mitîngê seferberbûne, li semt bazarê jî dê belavokên beşdariyê belav bikin. Duh komek KJA li atoliyayên tekstîlan geriyan û jin vexwendin mitîngê.

Mitînga KJA ya Êlihê di 1’ê Îlonê saet 16.00’an li Stadiya 16’ê Gulanê ya Bajêr bê lêdarxistin.

(za/zt)