Kantona Cizîrê ji bo azadiya Ocalan meşiya

10:05

JINHA

AMÛDÊ – Kantona Cizîrê bi meşeke girseyî daxwaziya azadiya Ocalan kir.

Welatiyên Kantona Cizîrê bi meşeke girseyî ya ku hezaran kes beşdarî kirin, li bajarê Amûdê kombûn û daxwaziya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dawîkirina tecrîda Îmraliyê kirin. Di meşa mezin de nûner û rêveberên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, Kongreya Star jî amade bûn. Meş li ber Navenda Yekitiya Ciwanên Rojava destpêkir li Qada Jina Azad dawîbû. Di meşê de pankarta “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye”, alên TEV-DEM, Kongreya Star, YPG-YPJ û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin rakirin û bênavber dûruşmeyên 'Bijî Serok Apo' qêriyan.

Li Qada Jina Azad, piştî axaftinan meş bi dûruşmeyan dawî bû.

(rh/en/zt)