Li Sûrê dorpêç û qedexe didome
11:24
JINHA
AMED - Qedexeya ev 9 meh e li ser navçeya Sûrê didome, li kuçeyan hat rakirin, li kuçeyên derveyî sûrên dîrokî berdewam dike.
Qaymeqamê Sûrê der barê qedexeya 6 taxên navçeya Sûrê ya Amedê de daxuyanî da. Qedeseya di 11'ê Qanûna 2015'an de li ser taxên wekî Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş berdewam dikir, der barê wan de agahî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qedexeya li ser taxên wekî Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên li derveyî sûrên dîrokî dimînin û li taxên Dabanoglu, kuçeya 43A û xaneyên hejmara wan 15'yî yên Dabanoglu yên dikevin bakurê bajêr, xaneyên bi hejmara 1, 3, 5 û 7'an ên kuçeya Çîçekê ji saet 07.00'an pêde qedexe hatiye rakirin.
Lê rojnamegerên îro xwestin têkevin Sûrê destur nehat dayîn. Hêzên dewletê ji bo rojnamegeran diyar kirin ku ji aliyê Walî ve fermana destur dayîna ketina hindirê Sûrê nehatiye dayîn. Hîna li 4 taxên bi navê Savaş, Cemal Yılmaz, Hasırlı û Fatihpaşa qedexe berdewam dike.
'Di mala min de tiştek nemaye'
Hatice Guder ya ku mala wê li Taxa Dabanoglu ye diyar kir ku piştî meha ramazanê cara yekeme tê mala xwe û got: “Ev 270 rojin ez nehatime mala xwe. Piştî mehan cara yekê di meha ramazanê de min karî biçim mala xwe. Wê demê mal ewqas ziyan nebûyîbû. Lê îro gava ku ketim malê min dît tiştek nehêlane. Polisan ji bo min gotin; ‘dizan birine.’ Lê ji derveyî polisan kes nikare bikeve wan deveran. Ez mala xwe û tiştên xwe dixwazim. Ez ticarî dest ji Sûrê û mala xwe bernadim. Tenê dîwarên min mabin jî ez ê konê xwe vedim û runim.”
(zt)