Li Silopiya 2 jê giran 8 zarok birîndarbûn
11:48
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiya şevê din di encama teqîna cismekî de 2 jê giran 8 zarok birîndar bûn. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê dema wesayîta zirxî ji kolanê re derbas dibe cismekê diavêje û piştre teqîn pêk tê.
Li taxa Cûdî ya navçeya Silopiya Şirnex şevê din teqînek pêk hat û di encamê de 8 zarok birîndar bûn. Di teqîna ku li kolana Ergîn pêk hatî de 2 jê giran 8 zarokên birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Ji zarokên birîndar Abdûlkerîm Alkîş rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Resûl Eren jî rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Xarpêtê.
Dermankirina zarokên bi navê Tûba Ertaş (8), Esra Yîgît (9), Mehmet Ertaş (3), Aygul Bozdag (7), Sevîm Alkîş (11) û Sûde Bozdag (8) li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya berdewam dike.
Li gorî agahiyên şêniyên taxê dane dema wesayîta zirxî ya polîsan ji kolanê derbas dibe ji wesayîtê cismekê diavêjin kolanê û piştre teqîn çêdibe.
(kom/zt)