Li Bêgiriyê komcivîna jinan
12:21
Tebax
27
/ 2016
JINHA
WAN – Her hefte komcivîna jinan a li Bêgiriyê tê kirin berdewam dike.
Bernameya Şaredariya Bêgiriyê ya Wanê ya ji bo jinan berdewam dike. Hevşaredara Bêgiriyê Safure Guneş li Klînîka Tenduristiyê bi jinan re hat cem hev û têkîldarî xebatên jinan de agahî da. Guneş anî ziman ku ew xebatên xwe di çarçoveya daxwazên jinan de didomînin. Guneş got ku ew ê "Sûka keda jinê" û "Aşxaneya jinê" vekin ji bo vê amadekariyên xwe dane destpêkirin. Guneş bilêv kir ku wan ji bo projeyan serlêdan dane destpêkirin.
(zt)