‘Em ê di 1’ê Îlonê de dengê xwe bilind bikin’

13:02

JINHA

ENQERE - Yekîtiya Hêzan a Ked û Demokrasiyê têkidarî bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li salona Yekîtiya Mulkiyeyan daxuyanî da û biryara di 1'ê Îlonê de derkevin qadan da.

Yekîtiya Hêzan a Ked û Demokrasiyê ku di pêşengiya hevparên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB'ê de bi tevlêbûna rêxistinên Elewî, HDP, partiyên hevpar, Tevgera Hezîranê, û HDK'ê hat avakirin, amadekariya 1ê Îlonê dike. Yekîtiya Hêzan a Ked û Demokrasiyê dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dakeve qadan û mîtîngan pêk bîne. Yekîtiya Hêzan a Ked û Demokrasiyê têkidarî bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li salona Yekîtiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ew dê li Enqere, Stenbol û îzmirê mîtîngên girseyî pêk bîne.

Di civînê de Hevserokên Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Şaziye Kose Hesvserokê DÎSK'ê Kani Beko, Duyemîn serokê TTB'ê Sinan Adıyaman, Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy, Endamê Meclîsa HDP'ê Alp Aliınors û rêveberên EMEP, ABF, ÎHD û hevparên Yekîtiya Hêzan amade bûn. Di civînê de pankata "Em li dijî darbe, şer û faşîzmê; aştî, demokrasî û edaletê dixwazin" hat vekirin. Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose daxuyaniya hevpar xwend û anî ziman ku ew bi lezgîn banga lezgîn deng û hêzê bidin aştiyê kir.

Şaziye, anî ziman ku îsal 1ê Îlonê ji her sal bêtir girînge u dê di 1'ê Gulanê de li gelek qadan dakevin kolanan û mîtingan pêk bînin. Kose, da zanîn ku 77 sal di ser îlana 1'ê Îlonê re derbas bû, lê hêj nikarin 1'ê Îlonê pîroz bikin û hêj her der şer û agir e. Şaziye, destnîşn kir ku ev şerê heyî encama podlîtîkayên AKP'ê yê faşîzan e û îro her roj li her derê teqîn û kuştin pêk tê.

Şaziye, herî dawî destnişan kir ku îsal di 1'ê Îlonê de dê bêtir dengê xwe bilind bikin û bêtir dakevin kolanan çalakiyên xwe xurt bikin. Şaziye, bilêv kir ku ew dê bi şîara "Li diji darbe, şer û faşîzmê j bo aştî, demokrasi û wekheviye bêdir tengên xwe bilind bikin" li her derê mîtîngên aştiyê pêk bînin."

Yekitiya Hêzan dê di 1'ê Îlonê de li Îzmirê di 3'ê Îlonê de li Enqere, di 4'ê Îlonê de jî li Stenbolê mîtîngan pêk bîne.

(kom/zt)