‘Dest ji polîtîkayên tindiyê berdin’

14:40

JINHA

STENBOL - Dayikên Şemiyê di rûniştina 596'an de aqûbeta zarokên xwe xwestin û ji bo windahiyên nû pêk neyên gotin: "Dest ji polîtkayên şidet û xwînrijandinê berdin."

Dayikên Şemiyê di hefteya 596'an de li Qada Galatasarayê aqûbeta xizmên xwe pirsîn û xwestin kujerên xizmên wan bên ceza kirin. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan bal kişand ser aqûbeta ciwanê bi navê Tolga Baykal Ceylan û xwestin aqûbeta Tolga bê aşkera kirin. Çalakiya ku pankart jî hatibûn vekirin de wekîlên HDP'ê Huda Kaya, Dîlek Ocalan, Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û helbestvan Sezaî Sarioglu jî di nav de gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de destpêkê birayê Ekrem Bîlgîn yê di 12'ê Îlonê 1994'an de li Dîkmena Enqereyê hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin, Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn diyar kir ku ew gorên xizmên xweyên bi îşkenceyê hatine qetilkirin dixwazin û aşkera kir ku li welatekî bê demokrasî de nayên jiyan kirin."

Wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan jî destnîşan kir ku ew ji bo qêrîna xizmên windayan bidin bihîstin li vir in û aşkera kir ku li welatekî ku edalet lê tune be, hevre jiyan jî pêk nayê. Dîlek got ku ne tenê ji bo gelê kurd, divê ji bo hemû gelan edalet û wekhevî hebe û xwest dest dest ji şatitiyan bê berdan.

Dayika xwendekarê bi navê Tolga Baykal Ceylan ê berî 12 salan li navçeya Îgneada ya Kirklarelî hat windakirin, Kadriye Baykal Ceylan jî diyar kir ku buyera windakirina kurê wê wekî "buyereke edlî" girtina dest nayê qebûlkirin.

Kadriye anî ziman ku cendirme Altan Apak kurê wê girtiye wesayîta xwe û biriye Qereqola Îgneadayê lê li vir teslîmî kê kiriye negotiye û wiha axivî: "12 sal in weke dayikeke li kurê xwe digere ez dipirsim; kurê min li kû ye? Çima aqûbeta kurê min nayê aşkerakirin?"

Piştî Kadriye daxuyaniya hefteyê ji aliyê Esra Erkoç ve hat xwendin. Esra anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê îxtidar ji bo ku dewletê li gorî daxwaza xwe ava bike ketiye nava hewldanan, nehiqûqiya ku tu kes xwe di ewlehiyê de hîs nake tê belavkirin û ev rewş jî welat ber bi krîzê ve dibe û wiha axivî: "Îxtidar dixwaze îlankirina OHAL'ê veguherîne girtina rojnameyan, rojnamger, akademîsyen û nivîskaran jî kar bavêje, bigire. Binçavkirinên derveyî qeydê, bikaranîna salonên sporê wekî navenda binçavkirinan, desturê nade kesên di bin çavan de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, zêdebûna îdiayên îşeknecê dema darbeyan tîne bîra mirov."

Em bang li hikûmetê dikin; dewlet di dema rêvbeeriya awarte de jî mecbûr e ku mafê jiyanê yê mirovan biparêze, darizandina adîl pêk bîne, cudakariyê neke, azadiya bawerî û ramanê yê hemû kesan biparêze. OHAL a ku mafên û azadiyên me yên bingehîn tehdîd dike divê bê rakirin, KHK bên betalkirin. Banga me ji hikûmetê re ye; dev ji polîtîkayên şer û xwînê diafirîne berdin û polîtîkayên aştî, demokrasî û mafên mirovan esas bigirin. Ji bo ku welat di nava rewşa şîdetê de derkeve gavên aştiyê bavêjin."

Esra destnîşan kir ku xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Tolga Baykal Ceylan ê di 10'ê tebaxa 2004'an de hate binçavkirin û carake kin jê agahî nehat girtin, dayik Kadriye Ceylan serî li gelek cihan daye, li kurê xwe geriyaye lê li her derê bi xemsariyê rû bi rû maye. Esra bilêv kir ku di 2004'an de di çarçoveya dosyaya ku Dozgeriya Demîrkoyê daye destpêkirin de di 2006'an de biryara "neşopandinê" hatiye dayîn û wiha got: "Di 5'ê sibata 2011'an de Serokwezîrê wê demê Erdogan bi Dayikên Şemiyê û rayedarên Komeleya Mafên Mirovan ve hevdîtin pêk aniyê û di 9'ê sibata 2011'an de ji bo aqûbeta Tolga Baykal Ceylan bê lêkolînkirin di bin banê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê de komîsyoneke jêr hatiye avakirin. Piştî 4 mehan komîsyonê rapor weşandiye û di raporê de tespîta 'komîsyona me di vî merhaleyê de, di encama nirxandina daneyên heyî de tespît kiriye ku Tolga Baykal Ceylan di bin çavan de nehatiye windakirin lê ji ber ku heta niha bi malbatê re tu têkîlî daneyniye ji ber ve yekê jî ev yek divê wekî bûyerekî normal a asayîşê bê dîtin.' di raporê de hatiye gotin ku ji ber ku nebaldariya di karên edlî de di malbatê de fikar derektiye holê."

Esra anî ziman ku nakokiyên di dosyaya Tolga Baykal Ceylan de 12 sal in nehatine ronîkirin, pirsên dayik Kadriye bêbersiv mane û aqûbeta Tolga di tarişê de hatine hiştin.

Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dawî kirin.

(kom/zt)