Beriya panelê belavok belav kirin

15:39

JINHA

WAN – Ji bo panela bi pêşengiya KJA yê li wanê dê bê lidarxistin jinan bi belav kirina belavokan welatî vexwendin.

Bi pêşengiya Kongra Jinên Azad (KJA) yê di çarçoveya kampanya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedîderdikevim” dê li Navenda Çanda Nûda ya Wanê panel bê lidarxistin. Ji bo vexwendinê a welatiyan beriya panelê jinan belavok belav kirin. Dê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat û Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay weke axaftvan beşdarî panelê bibin.

Dê sibê saet 13.00’an li Navenda Çanda Nûda panel bê lidarxistin.

(va/zt)