Kobaniyan xwe li pêşiya tangan kirin zincîr

18:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan welatiyên Kobanê berê xwe dan aliyê sînor û binpêkirina axa Kobanê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kirin. Ciwanan jî benên ku leşkeran danîne rakirin.

Îro Artêşa Tirkiyeyê bi alavên xwe yên leşkerî di kêleka Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re 20 metreyan derbasî xaka Roajvayê Kurdistanê bû û li wir benê sor danî. Ji bo şermezarkirina binpêkirina sînor, bi sedan welatiyên kantona Kobanê berê xwe dan herêma nêzî deriyê sînor. Girseya welatiyan li Stadgeha Gelerî ya ku dikeve bakûr-rojavayê bajarê Kobanê bicih bû.

Ciwanên Kobanê ew benên sor ku leşkerên Tirkiyeyê danîne rakirin û durişmeyên “Şehîd namrin” û “Bijî serok Apo”, her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedaniya Kobanê û şoreşa Rojava berzkirin.

(zt)