Di buroya Ozgur Halkê de dest danîn ser gelek kovaran

18:50

JINHA

WAN – Di serdegirtina buroya Ozgur Halkê ya Wanê de polisan dest danî ser gelek kovaran.

Polisên sivîl ser buroya Ozgur Halkê ya Wanê de girtin. Di serdegirtinê de kes li buroyê tunebû, bi çengil derî vekirin û ketin hindir. Di lêgerîna gelek demdirêj berdewam kir de dest danîn ser gelek kovar û pirtûkên di buroyê de. Di dema derketinê de kilîda deriyê buroyê guherandin û çun.

Sedema serdegirtinê nehat zanîn, polisan li gel dergevan nîşe danine û diyar kirine ku dikarin bên tiştên xwe ji Şaxa TEM yê bigirin.

(ng-va/zt)