Li gundên Çewlîgê ‘Nobeta Azadiyê’ berdewame
08:09
JINHA
ÇEWLÎG - Nobeta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundên Çewlikê didome. Nobeta li gundê 16'emîn ê Çeltîksûyî pêk hatî de beşdaran balkişand ser rewşa Ocalan.
Nobetên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Çewlikê didomin. Nobet li gundê 16'emîn ê bi navê Çeltîksûyî yê Çewlikê pêk hat. Endamên KJA, DBP, HDP û hemwelatî tevlî nobetê bûn. Di çalakiya nobetê de siyasetmedar û welatiyan balkişandin ser tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan û daxwaza bi dawîkirina tecrîdê anîn ziman. Li qada nobetê dowîzên wekî, "Azadiya Serokatiya me azadiya me ye" hatin daliqandin. Ligel xwestina azadiya Ocalan, êrîşên li hemberî Federasyona Bakûrê Suriyeyê jî hatin nîqaşkirin.
(zt)