ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Hevsreoka HDP'a Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku dewlet astengiyan li pêş malbat û siyasetmedarên Kurd derdikevin ku xwedî li cenazeyên gerîlayên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dane. Gulşenê got kesên tevlî cenazeyan dibe rastî lêpirsînan tên û hewl didin bikevin nava gel û siyasetmedaran.
*Jinên Til Temirê ji bo amedekariya zivistanê beroşên mezin danîn ser agir û ji bo çêkirina sindik, savar û simîd genimê xwe kelandin.
*Hebûn Dêrik têkîldarê girîngiya xwendina pirtûkan nêrînên xwe parve kirin û got: "Ger mirov pêşketin û zanebûna xwe bixwaze, pêwîste pirtûk bixwîne."
*Berîvan Cîn (Jinda Bîlbes) ya YPJ'î di pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da. Berîvan ku bi hezkirinek mezin girêdayê çiya û azadiyê, li Mînbîcê di rûyê bi ken yê her jinê de dijî.
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî komkujiya li Dîlokê hatiye jiyînê de çûn serdana malbatên xizmên xwe winda kirine û got: "Teqîna li Dîlokê encama hevkariya AKP û DAIŞ'ê ye."
*Lubnaya Kurtubayî tenê ye ji jinên ku dîroka wan ji aliyê mêran ve hatiye nivîsîn û cih nedaye serkeftinên wan e. Ew zanyareke ku pirtûkxaneya herî mezin a cîhanê vekiriye, matematîkvan, helbestkar û wergergervane.
*Jin di çarçoveya kampanyaya KJA'yê de di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Êlihê di mîtîngê de tên cem hev. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaşê banga beşdarbûna mîtîngê kir û got: "EmÊ bi deh hezaran re azadiya Azadiya Birêz Ocalan û îradeya çareseriyê biqîrin."
*Li girtigehên Kurdistan û Tirkiye yê zext û îşkenceyên li ser girtiyên siyasî her ku diçin zêde dibin. Malbatên girtiyên jin yên ku diçin hevdîtina zarokên xwe jî rastî gefên gardiyanan ên wek "Ev der ne Amed e, Dîlok e" tên. Malbatan pirsa "Gelo haya kî ji girtiyan heye?" kirin.
*Jinên li Westanê di nava baxçeyan de dixebitin berhemê keda xwe nagirin vedigerin malê.
*Li ser taxên kurdan ên Mêrsînê polîtîkaya dewletê ya helandinê berdewam dike. Jinên k udi ferqêdene bi zanabûn dizî û madeyên hişberiyê dixin nava taxên wan difikirin ku parastina cewherî pêş bixin.