'Rojê saetek be jî divê pirtûk bên xwendin'

09:03

Ronîda Hacî /JINHA

HESEKÊ– Hebûn Dêrik têkîldarê girîngiya xwendina pirtûkan nêrînên xwe parve kirin û got: "Ger mirov pêşketin û zanebûna xwe bixwaze, pêwîste pirtûk bixwîne."

Xwendina pirtûkan yek ji rêya herî girîng ji bo pêşketin û zanebûna mirov e. Endama Korodînasyona Tevgera Jinên Ciwan( TJC) Hebûn Dêrik girîngî û pêwîstiya bi zanebûnê, bi taybet jî xwendina pirtûkan nirxand. Hebûnê diyar kir ku pirtûk pêşketina mirovane û wiha axivî: "Fêmkirina wateya jiyanê pêwîste. Her mirovek bi qasî têgihiştina xwe dikare bijî. Ger fêmkirin û têgihiştin li ber sînorê cehaletê be, dê jiyan jî wiha be. Di encam de îro li Rojhilata Navîn yek ji sedema pirsgirêkên kûr yên heyî jî nezanîn û cehalete. Derbaskirina vê krîzê tenê bi pêşxistina fikir û zanyariyê gengaze. Lewre divê pirtûk werin xwendin. Bixwe jî ciwan wek ku tiyê fêrbûnê bin, pêwîst dike pirtûkan bixwînin."

Hebûnê da zanîn ku asta elaqeya ciwanan ya li hember xwendinê lewaze û wiha pêde çû: "Ciwan bi teknolojiyê re demê xwe derbas dikin. Îro mirov li şûna pirtûkan tenê di destê ciwanan de telefon, ipod û hwd. dibîne. Elaqeya ji bo pirtûkan kêm bûye. Ciwan dibêjin ew bi rêya înternetê dixwînin, lê agahiyên di înternetê piranî nûçeyên germ û lez in. Ev wek pirtûkan nabin. Lewre herî kêm rojê seatekê divê pirtûk were xwendin."

Hebûnê bi lêv kir ku pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sûdê mezin dide zanyariya mirov û wiha domand: "Min gelek car pirtûkên Rêber Apo xwendine. Li gor nêrîna min her kesek ku pirtûkên Rêbertî bixwîne, wateya jiyanê jê re diguhere, mirov dizane êdî çawa bijî. Jiyana rast û baş di wan rûpelan de tê ziman. Wek jinekê jî bandoreke erênî ser min çêkir."

(en/rc)