Jin: Di komkujiya Dîlokê de hevkarî heye

09:06

JINHA

WAN –Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî komkujiya li Dîlokê hatiye jiyînê de çûn serdana malbatên xizmên xwe winda kirine û got: “Teqîna li Dîlokê encama hevkariya AKP û DAIŞ’ê ye.”

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo piştevaniya malbatên xizmên xwe di teqîna Dîrokê de winda kirine çûn Dîlokê. Dayik piştî serdanê vegeriyan Wanê û têkildarî serdanê de agahî dan.

Dayikan nirxandina ‘Komkujî li dijî gelê Kurd pêk hatiye. Ev jî hevkariya AKP û DAIŞ’ê nîşan dide’ kirin û destnîşan kirin ku hikûmeta AKP’ê zaroka Kurd ya pêçekê jî terorîst îlan dike û wiha pê de çû: “Hikûmeta AKP’ê helwesta ku DAIŞ bê gunehe nîşan dide.” Ji dayikan Xeme Akdoganê diyar kir ku ti doz ji jiyana mirovan ne bi nirxtire.

‘Bila hikûmeta AKP’ê dest ji xapandinê berde’

Xeme got AKP komkujiya ku kiriye hincet nîşan dide û êrîşê bajarên Kurdan dike û got: “Ez bang li hikûmeta AkP’ê dikim. Gelê Kurd ne gelekî ku bê xapandinê ye. Birêz Erdogan ger te piştgirî nedabûya DAIŞ’ê îro ew mirovên bêguneh wê bijiyana. Niha jî dibêje wey DAIŞ’ê li Dîlokê komkujî kiriye. Ez mudaxaleyê Cereblusê bikim. Hun nekarin bi lîstikên xwe me mijul bikin. Hun kê dixapînin? Hemû cîhan dizane ti piştgiriyê dide DAIŞ’ê.”

'Zarok ji pêşeroja xwe bi fikarin’

Aliye Balikê jî got ew wek dayikên aştiyê her birînê wek birîna xwe dibînin û wiha got: “Li Dîlokê bertekên gel li dijî AKP’ê zêde bûn. Wan jî bi awayekî vekirî digot hikûmet sedema vê komkujiyê ye. zarokan jî nedixwest derkevin derve. Zarok jî ji pêşeroja xwe bi fikarin. Hêviyên me yên ji bo aştiyê hîna hene. Ez bang li serokkomar Erdogan dikim. Hîna ku hêviya aştiyê heye, runin aştiyê nîqaş bikin. Armanca wan ya qedandina Kurdan hebe, ev xeyal e. Gelê Kurd ti car dest ji doza xwer bernade.emê ji bo vê têbikoşin.”

(htk/ng\hu)