Jinên Êlihê ji bo mîtînga ‘Azadiyê’ xwe amade dikin

09:08

JINHA

ÊLIH - Jin di çarçoveya kampanyaya KJA’yê de di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Êlihê di mîtîngê de tên cem hev. Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaşê banga beşdarbûna mîtîngê kir û got: “EmÊ bi deh hezaran re azadiya Azadiya Birêz Ocalan û îradeya çareseriyê biqîrin.”

KJA di çarçoveya kampanyaya ‘Ez xwedî li rêbertî, azadî û xaka xwe derdikevim’ wê li Êlihê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li mîtîngek jinan pêk bîne. Mîtîngên ku starta wê di 1’ê îlonê de tê dayîn piştre wê lig elek bajaran pêk bê. Li Êlihê xebatên mîtîngê tax bi tax, kolan bi kolan û gud bi gund berdewam dikin. parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku tevlî xebatên mîtîngê bû, banga beşdarbûna mîtîngê li jinên Êlihê kir.

'Heta roja dawî wê xebatên me bidome’

Meralê diyar kir ku xebatên ji bo mîtîngê didomin û got: “Em li tax, gund û navçeyan civînên gel pêk tînin. Em li Êlihê li her derê bi jinan re civînê dikin. heta roja dawî emê berdewam bikim. Ev mîtîng starta mîtîngên bajarên dine. Bi vê mîtîngê wê jin nêrînên xwe yên ji bo aştiyê û çarseriyê bînin ziman.”

'Eleqeyek mezin heye’

Meralê destnîşan kir ku eleqeya jinan gelek zêde ye û got: “Em bang li hemû jinan dikin k udi 1’ê îlonê de saet di 16.00’an de tevlî mîtîngê bibin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan di heman demê de li ser jinaye. Ji ber vê rêya çareseriyê di îmraliyê de derbas dibe û em jin wê di 1’ê îlonê de li qadan daxwazên xwe qîr bikin.”

(za/hu)