Malbatên girtiyan rastî gefên gardiyanan tên

09:09

JINHA

AMED – Li girtigehên Kurdistan û Tirkiye yê zext û îşkenceyên li ser girtiyên siyasî her ku diçin zêde dibin. Malbatên girtiyên jin yên ku diçin hevdîtina zarokên xwe jî rastî gefên gardiyanan ên wek “Ev der ne Amed e, Dîlok e” tên. Malbatan pirsa “Gelo haya kî ji girtiyan heye?” kirin.

Piştî îlankirina OHAL’ê li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê pêkûtiyên li ser girtiyên siyasî roj bi roj zêde dibin. Li gelek girtîgehan girtî rastî êrîşan tên û bi sedan girtî ji girtîgehên Kurdistanê sirgûnî girtigehên Tirkiye yê hatin kirin. Girtiyên ku tên sirgûnkirin jî, ji aliyê îdare û gardiyanan ve bi awayekî kêyfî rastî zext û lêgerînên tazî tên. Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa D’a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L’ ê ya Dîlokê hatin kirin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve di lêgerînên tazî re derbas bûn û rastî îşkenceyê hatin. Malbatên girtiyên jin dema ku diçin hevdîtina xizmên xwe rastî nêzikatiyên gardiyanan ên nexweş tên.

Malbatan li hemberî nêzikatî û pêkûtiyên gartiyan û rêveberên girtigehê, nerazîbûn nişandan. Malbatan diyar kirin ku, armanca dewletê ew e ku têkîliyên girtiyan bi temamî ji derve re qut bikin û ji bo vê yekê wiha gefan li malabatan dixwin. Malbatan anîn ziman ku, ew ê tu çarî xizmên xwe bi tenê nahêlin.

‘Wek salên 80’yan îşkence li wan kirine’

Dayika bi navê Zalîfe Tugan ku du kurên wê Erhan û Burhan Tugan bi salan e li girtîgehan tên girtin, anî ziman ku dema ew ji bo hevdîtina kurê xwe diçe girtîgeha Dîlokê gardiyan bi keyfî tevdigerin û zext li ser wan didin meşandin û wiha axivî: “Kurê min berê di Girtîgeha Amedê de bû, piştre sirgûnê Dîlokê hat kirin. Min piştî 20 rojan şun de agahî stand ku kurê min sirgûnkirine. Dema ku em çûn hevdîtinê jî li hemberî tişta ku me dît em matmayî man. Wek salên 80’yan îşkence li wan kirine. Kincên li ser wan hemû parçe kirine û wan darpkirine.”

‘Gava em bi kurdî diaxivin zora wan diçe’

Zalîfeyê destnîşan kir ku di hevdîtinê de nikarin serbest bi zarokên xwe re bi axivîn û ev tişt got: “Girtigeha ku çêkirine, nû ye. Gelek tişt kêm in. Nêzîkatiya gardiyanan jî gelek ne xweş e. Zext li ser me didin meşandin. Leşker li wir in û me gelek aciz dikin. Dema ku em diaxivin jî li pişta me dirawestin û em nikarin bi azadî biaxifîn. Dema ku em bi kurdî diaxivin jî gelek zora wan diçe.”

‘Em rastî tacîza gardiyanên jin tên’

Jina bi navê Nebahat Dag ku hevjinê wê Îshan Dag a ku sirgûnî Girtîgeha Dîlokê hate kirin jî wiha bahsa zextên ku li ser wan tên meşandin kir: “Jixwe xizmên me bi salane di girtîgehê de tên girtin û tên ceza kirin. Lê bi wan re em jî tên cezakirin. Dema ku em çûn hevdÎtinê, li cihê ku li ser me digerin ji bilî gerandinê em rastî tacîza gardiyanên jin tên. Hemû kincên me ji me dikin û bi tazî li ser me digerin. Bi salan e ku em diçin hevdîtinên xizmên xwe lê tu carî em rastî rêbazek wiha ne hatine. Em vê tiştê tu carî qebûl nakin.”

‘Vîr ne Amed e, Dîlok e’

Nebahatê destnîşan kir ku di hevdîtinê de rastî gefa gardiyanan hatine û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ku em ketin kabînê gardiyanan hemû kinçên li ser me kirin. Me nerazîbûn nişan da. Gardiyanan ji me re gotin ku ‘Vir ne Amed û Bismîl e, vir Dîlok e’ û gef li me xwarin. Gardiyanên jin wek gardiyanên mêr nêzî me dibin û di çavên wan de em gur in. Lewra çi bikin dilê wan razî nabe. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin.”

Reyhan Sarhan a ku ji bo hevdîtina hevalê xwe Muslûm Karadag çû girdîgehê û rastî nêzîkatiyên gardiyanan hat jî, anî ziman ku dewlet hem li ser girtiyan hem jî li ser malbatan zextê pêk tîne.

(ra-ho/rc)