Jinên Rojhilat bi hev re li ser stratejiyê axivîn
11:06
JINHA
RANYA - Li navçeya Ranya Komîsyona Jinan a KNK'ê, li ser mijara yekîtiya jinên Rojhilatê Kurdistanê civînek ji wan re lidarxist. Di civînê de belgenameya stratejiya netewî ya KNK'ê ji jinan re hate xwendin.
Li Navenda Ciwanan a navçeya Ranya ya Silêmaniyê, Komîsyona Jinan a Kongreya Netewiya Kurdistanê ya KNK'ê li ser mijara yekîtiya jinên Rojhilatê Kurdistanê civînek ji jinên Rojhilatê Kurdistanê re lidarxist. Di civînê de bi dehan jinên Rojhilatê Kurdistanê, Seroka Komîsyona Jinan a KNK'ê Pervîn Ezîz, Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç û Endama KNK'ê Perêz Omer amadebûn. Civînê bideqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir. Piştre jî Seroka Komîsyona Jinan a KNK'ê Pervîn Ezîz li ser armanca civînê axivî.
Piştre jî Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç û Endama KNK'ê Perêz Omer li ser mijara stratejiya jinên Kurd û bi taybetî girîngiya yekîtiya jinên Rojhilatê Kurdistanê axiftin kirin.
Endama KNK'ê Perêz Omer belgenameya stratejiya netewî ya KNK'ê ji jinan re xwend.
Jinên beşdarî civînê bûyîn, diyar kirin ku pêwîste jinên Rojhilatê Kurdistanê yekîtiya xwe çê bikin û xwe bi rêxistin bikin.
(şb/zt)