Denîz Binevş li Mexmûrê hat bîranîn

11:14

JINHA

MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş û welatiyê wargehê Mehmet Arîf bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş û welatiyê wargeha Mexmûrê yê bi navê Mehmet Arîf ên ku di 26’ê Tebaxê de encama hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmekî bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê ya bi deqeyek rêzgirtinê despêkir, bihezaran welatiyên wargehê beşdarbûn.

Fermandarên YJA Starê ya Eniya Mexmûrê Rengîn Roza axivî û diyar kir ku wek hêzên parastina gel li ku dibe bila bibe wê her tim ji bo parastina gelê xwe bi awayekî canfedaî rawestin. Rengîn bal kişand ser kesayeta Binevş û Arîf ku ji bo pêşî li komkujiyekê bigirin seknek lehengî nîşan dan û di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo malbatan û tevahî gelê Kurdistanê sersaxî xwest.

Rengîn ji ber xwînsarî, tevgerandina bi rêxistinî jî gelê Mexmûrê pîroz kir û anî ziman ku ti hêzên tarî wê nikaribe gelê Mexmûrê têk bibe, berevajî wê mîna van çeteyên xwînmij tune bibin. Rengîn di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêça şehîdan da û destnîşan kir ku wê tevahî êrîşên çeteyan û alîgirên wan ên li dijî destkeftiyên Kurd beralî bikin, xewn û xeyalên cangoriyên azadiyê pêk bînin.

Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Abdûllah Kara jî sersaxî ji bo gelê Kurdistanê xwest û diyar kir ku wê şehîd her tim pêşengên têkoşîna wan be.

Piştî axaftinan, merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Tolhildan Tolhildan” dawîbû.

(şb/zt)