Jinên Şengalê ‘Nobeta Azadiyê’ dan despêkirin

12:27

JINHA

ŞENGAL – Li çiyayê Şengalê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan konê nobeta azadiyê hat vekirin. Konê ku bipêşengiya Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê hatiye vekirin wê 3 rojan jin nobetê dewir bigirin.

Li çiyayê Şengalê bipêşengiya Meclîsa Jinên Şengalê konê nobeta azadiyê ji bo Azadiya Ocalan hat vekirin. Ev kon bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Şengalê ya diyasporayê ji bo Azadiya Ocalan li Strasburgê daye destpêkirin hatiye vedan. Di kon de wêneyên Abdullah Ocalan, ala Meclîsa Avakar ya Şengalê û wêneyên Şehîdên Êzîdxanê hat hildan. Di despêkirina çalakiya nobeta azadiyê de Rêvebera Meclîsa Jinên Şengalê Xoxê Cîndî axivî.

Xoxê diyar kir ku weke Meclisa Jinên Şengalê wan jî xwest têkevin nava çalakiyên nobeta azadiyê û wiha domand: “Ev kon konê şeref û namusê ye. Ev çalakiyekî pir mezin e. Sê rojan em ê nobetê di vî konî de bigirin. Kesên ku ji xwe re dibêjin em Êzîdî ne, xwedî xiyretin divê were bin konê me. Ji ber ku ev kon xwedîderketina pêşeroja Êzîdxanê ye.”

‘Deriyê konê me ji her kesê re vekiriye’

Xoxê anî ziman ku Meclisa Êzidiyên Dîasporayê jî çalakiyek watedar dane despêkirin ji bo ku ew jî piştevaniyê bikin dê çalakiyên xwe yên nobetê berfireh bikin û wiha berdewam kir: “Meclîsa me ya dîasporayê dest biçalakiyekî kirine. Em biwanserbilind in. Ew çalakiya wan hevalê me pir watedar e. Ji ber ku azadiya Serokatî azadiya me Êzîdiyan e. Di çalakiya wan hevalan de doza naskirina xweseriya Şengalê jî tê kirin. Çima wisa ye ji ber ku heya Serok azad nebe ne Êzîdxan, ne Kurd û Kurdîstan, ne jî jin azadnabe. Bo vê jî divê li ser vê bingehê em xwedî Serokatiya xwe derbikevin. Deriyê konê me ji bo hemu kesên xêrxwaz re vekiriye. Ev deriyê aşitiyê ye. Kesên ku Rojhilata Navin de aramî û aşîtî dixwaze divê were di vî konê de xwedî nasnama xwe derkeve.”

‘Em ê jî parastina xwebikin’

Xoxê bal kişand ser fikr û felsefeya Abdullah Ocalan û got: “Îro hemu cîhan çav berda ye Rojhilata navîn. Kes naxwaze gelên vê heremê wek mirov bi hev re bijîn. Ji ber ku biratiya gelan desthilatdar ji bo xwe wek xeteriyek dibînin. Serokatî garantiya biratiya gelan e. Lê bila hemu kes jî bizanibe ger Serok neyê berdan dê zêdetir xwîn biherike. Ji xwe Kurdistan kirine gola xwînê. Li her derê Kurdistanê şer dane destpêkirin. Em ê jî parastina xwebikin.”

Xoxê bilêv kir ku tenê ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare xwîna li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê rijandin bide sekinandin û wiha dom kir: “Ancax felsefa Serokatî dikare pêşya vê xwînê bigre. Em Serokatiya xwe dixwazin. Em hêvî ji hemu kesan dikin ku bo silametiya hemu miletan ji bo azadiya Serokatî kar bikin. Em destek û dilek in. Ez hêvî ji Êzîdîyan û Kurdên bi şeref û namus dikim bila destê xwe bidin hev û bibin tifaqek. Ger em xeberek ji Serokê xwe negrin wele tiştên pir giran wê çêbibe. Em dilek bin dijmin nikare tiştek li me û Serokê me bike. Divê em van wêneyên şehîdan mêzebikin û bizanibin doza wan wek deynek li ser milê me ye. Ew şehîdên Êzîdxanê ne. Doza wan ji ser milê me ye. Divê em xwedî li vê dozê derbikevin. Ez cardin xêrhatina mîvanan dikin. Ez ji vir heya Îmraliyê Serokatî slav dikim û dibêjîm heya azadiya Serokatî em ticaran rehet runenin. Em ticaran rehet ranazên û ticaran nasekinin. Hevalên me yên greva birçîbûnê de ye ez slav dikim û çalakiyê wan pîroz dikim. Serkeftin ji bo me hemu azadî xwazan dixwazim û dibêjim bijî Serok Apo bijî berxwedana Şengalê.”

Çalakiya Meclîsa Şengalê ya diasporayê ku li Strasburgê ji aliyê kesên ku hatin bin kon ve hat slav kirin. Konê Azadiyê dê sê rojan vekirî bimîne. Her roj dê saziyekî Şengalê nobetê dewir bigre.

(kom/zt)