Ji bo panela KJA yê ya ‘Azadiyê’ dorpêça OHAL ê

13:27

JINHA

WAN – Panela ku bi pêşengiya KJA yê li Wanê bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” dê hatiba lidarxistin bi hinceta OHAL’ê hat asteng kirin. Welatî li salona panelê sekinîne.

Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo balkişandina ser tecrîda girankiriya ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan berdewam dike di çarçoveya kampanye ya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” li Navenda Çanda Nûda hewildan panelekê çêkin. Dema ku amadekariyên panelê dihatin kirin bi hinceta OHAL ê panel hat asteng kirin. Têpayîn ku panela bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay û Parlementera HDP’ê Mizgîn Irgat bê lidarxistin.

Dema ku welati ji bo panelê kom dibûn, polisan bi wesayîtên zirxî û tîmên taybet dora Navenda Çanda Nûdayê girtin. Paşê jî berpirsiyarê emniyetê kete hindirê navendê û got: “Bi fermana Serdozgerê Komarê yê Wanê ji ber sedema OHAL ê destura panelê nayê dayîn.”

Berpirsên KJA yê jî diyar kirin ku nivîsek wiha ji bo wan nehatiye û ji bo guhdarkirina panelê welatî li navendê sekinîne.

(ng-va/zt)