Çavdêrxaneya Mafên Mirovan: Di bombebarana TSK'ê de 20 sivîl mirin
13:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku, di dagirkeriya Cerablûsê ya TSK''yê de li gundê Bîr El-Kûsayê ji ber êrîşên bi tank û hewayî 20 sivîlî jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 50 jî sivîl birîndar bûne.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hêzên TSK'yê li gundê Bîr El-Kûsa yê bi qasî 13 km'yan li başûrê Cerablûsê û 6 km'yan jî li bakurê Çemê Sacûrê dikeve komkujî pêk anî. Li gundê ku bi tank û balafirên şerî rastî êrîşan hat, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da. Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî, daxuyaniyeke ku nûçeya ANHA'yê piştrast dike da. Di daxuyaniya Çavdêrxaneyê de hat diyarkirin ku, li bajarê Cerablûsê yê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, li gundê Bîr El-Kûsayê herî kêm 20 sivîlî jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 50 jî sivîl birîndar bûne.
(zt)