KJA yê li Îzmîrê dest bi nobeta ‘Azadiyê’ kir

14:50

JINHA

ÎZMÎR - Koordînasyona KJA'ya Îzmîrê, di baregeha kampanyaya "Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim" de, bo Ocalan dest bi nobeta azadiyê kir.

Li Îzmîrê, di baregeha kampnayaya "Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim" a ku di 20'ê tebaxê de ji aliyê Kongreya Jinên Azad (KJA) ve hat destpêkirin de, li rêxistina navçeya Bayrakliyê "Nobeta Azadiya Ocalan" hat destpêkirin. Di dema kampanyayê de tê plankirin ku dê çalakiyên nobetî her roj li navçeyekê bên lidarxistin.

Melîsa Aydin a ku li ser navê KJA'yê daxuyanî da got, bi OHAL'ê re tecrîda arasteyî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan dijwartir bûye. Melîsa anî ziman ku şik û gumanên gelê kurd ên arasteyî tenduristî û ewlehiya Ocalan her diçe zêde dibin û diyar kir ku dê bi çalakiyên nobetî daxwazên xwe yî ji bo azadiya Ocalan bilind bikin. Melîsa dest nîşan kir ku çalakiyên nobetî wek hedef hem azadî hem jî hem azadiya Rojhilata Navîn daye pêşiya xwe û wiha got, "Azadiya Serok bo me girîng e. Rojeva me yî sereke ye. Di vê xalê de, bo gelan bangewaziya me ev e; em bi tevahiyî xwedî li nobetên azadiyê derkevin."

(kom/zt)